NÎHAL BAYRAM
MAINZ
Hilbijartina cihî yên li eyaleta Elmanyayê Hessenê 14´ê Tebaxê ye. Li bajarê Frankfurtê ji partiya Keskan Mehmet Agatay namzetê meclîsa şaredariyê ye. Mesut Emre Karataş jî ji Die Linke (Partiya Çep) namezetê meclîsa şaredariyê ya Frankfurtê ye.
Mehmet Agatay sala 1978´an li Mêrdînê hatiye dinê û tercûmaniya Kurdî, Tirkî û Elmanî dike. Sedema namzetiyê jî ew e ew dixwaze bibe dengê xelkê li meclîsê. Li devera lê rêjeya koçber û paşiyên wan ji sedî 30 e û ew dixwaze bibe dengê wan, nûnerê wan.
Pirsgirêka xaniyan
Mehmet Agatay bi bîr dixe ku ji ber penaberiyê û koçberiya nava Yekîtiya Ewrûpayê serjimara Frankfurtê zêde bûye, û ew ê ji ber vê yekê pirsgirêka xaniyan bixe rojeva meclîsa şaredariyê. Ew ê hem li dijî kêmbûna xaniyan û hem jî li dijî zêdebûna kirê siyasetê bike. Wekî din ew dibêje, ji bo tevahiya Frankfurtiyan ew dixwaze bileteke salane ya ji bo maşînên çûnûhatinê yên giştî hebe û bihayê wê jê 365 euro bin. Di nava siyaseta wî de vekirina dergûşxaneyên duzimanî jî heye.
Ew dibêje, koçber û paşiyên wan kêm di hilbijartinan de dengê xwe didin û bang li wan kir da ku biçin ser sindoqê.
Ji bo bibe bajarekî piştgir
Mesut Emre Karataş jî ciwanekî 1991´ê hatiye dinê. Ew ji Die Linke namzet e. Bi xwe li Frankfurtê hatiye dinê û lê mezin bûye. Biyolog e û di sektora sihetê de kar dike. Ew dibêje, Frankfurt bajarekî dewlemend e, lê dikare bibe bajarekî piştgir jî. Ew ji bo ev biqewime, berê siyasetê biguhere, bûye namzet.
Li gorî wî gelek tişt dikarin li bajêr çêtir bên kirin: Kêmkirina şirketên taşeron di karên giştî de, li pêşiya zêdebûna kirêyan danîna sînorekî. Ew dibêje, mijara sereke ya siyaseta wî wê bibe siyaseta sihetê. Ew ê siheta xelkê li pêş bigire û karê maksîmûm di sektora sihetê de bide paş.
Ew dibêje wekî din ew ê nijadperestiyê jî teşhîr bike, Ew îşaret bi bi NSU 2.0 dike ya ku li Frankfurtê derkete holê û gef li parêzer, rojnamevanan xwarin. Ev rêxistin ji nava polêsan derketibû.