• “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin”

Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanî doh bi dehhezaran jin li meydanan bûn û doh peyam û dozên xwe yên “Dem dema azadiyê ye” û “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” îfade kirin.

AMED: Li Amedê bi hezaran jin li bendên polêsan nesekinîn û xwe gihandin Meydana Stasyonê. Wan li wir ji bilî peyamên sereke, peyama "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" jî da. Li ser navê komîteteya amadekar Berfîn Polat got, xizanî, tundî û komkujî herî zêde bandorê li jinan dikin, ev rewş şermezar kir û got, "Em dengê xwe bilind dikin û dibejin, 'Dem dema azadiya jinê'ye." Piştre li ser navê malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de, Încî Guler got, girtiyên nexweş û hepsiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin divê bên berdan: “Ev 30 sal in nayên berdan. Em daxwaz dikin ku dayik li cem me bin. Em li zarokên xwe xwedî derkevin." Piştre, dayika Garîbe Gezer Halîme Gezer got, Garîbe hûn in û daxwaz kir ku girtî hemû bên berdan. 

WAN: Li dijî tecrîd û qirkirina jinan, jinên Wanî bi cil û bergên xwe yên rengîn daketin meydanên 8’ê Adarê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” gotin. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan got, ew ê ji bo azadiya hevalên xwe yên girtî têbikoşin û sedsala 21’ê ew ê bikin sedsala jinan: “Li girtîgehan mafê bi hezaran girtiyan tê binpêkirin û girtiyên nexweş nayên berdan. Em ê şopdarên daxwazên dayikan bin. Em ê ji bo azadiya girtiyan têkoşîna xwe bidomînin. Ev sedsal dê bibe sedsala jinan. Ez ji vir bang li her kesî dikim da ku tevlî Newrozê bibin."

Hevseroka DBP´a Wanê Gulderen Varli jî got: “Ev meş, ji Rosayan heta Leyla Qasim, Arîn Mîrkan û Leyla Guvenan meşa azadiyê ye.” 

NISÊBÎN: Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, li meydana Newrozê şahiyek li dar xist.

Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê yên Nisêbînê Perîxan Altug bal bire ser polîtîkayên şer ên AKP’ê û got, “Em dayik aştiyê dixwazin. Em dixwazin girtiyên me bên azadkirin. Em ê ji bo vê têbikoşin.”Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal bire ser çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Hûnê îradeya Kurdan qebûl bikin. Hûnê nasname, ziman û hebûna Kurdan qebûl bikin. Em ê tecrîdkirina birêz Ocalan rakin. Em ê pergala Îmraliyê ji holê rakin. Heta ev nebin, ev welat rast nabe.” 

ÊLIH: Di mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê de peyamên  “Bijî berxwedana jinan”, “Êdî bes e, dem dema azadiyê ye”, “Çi bi Gulistan Doku bû?” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” bi dovîz û pankartên xwe dan. 

SILOPIYA: Li navçeya Şirnexê  Silopiyayê, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, TJA, Meclisa Jinan a HDP'ê û bi sedan jin di mîtînga 8´ê Adarê de amade bûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN