
- Bêguman, hinek roman hene ku tenê li ser rabihuriyê namînin; carinan di nava birînên negirti yên rabuhiriyê de diaxivin û xwînerên xwe dikişînin nava çîrok û bûyerên romanê. Pirtûka Hesen Xêyri Ateș a bi navê "Kör Kuyuda Tufan" jî yek ji van romanan e.
MUSA KARBADAG
4 'ê Gulane, salvegera komkujiya Dêrsimê bû.
Ev roj ji bo milletê Kurd û bi taybetî ji bo Elewiyên Qizilbaş mîna şîneke giran tê bibîranîn û rojeke girîng tê hesibandin. Heta îro gelek nivîs, lêkolin û gotar li ser vê bûyera dirokî û tertela mezin hatine nivîsandin. Yek ji wan beremên girîng jî pirtûka Hesen Xêyri Ateș e, ya bi navê "Kör Kuyuda Tufan".
Bêguman, hinek roman hene ku tenê li ser rabihuriyê namînin; carinan di nava birînên negirti yên rabuhiriyê de diaxivin û xwînerên xwe dikişînin nava çîrok û bûyerên romanê. Ev roman jî mirov dike şirîkê birînên fetisandî û bîranînên ku hatine tepisandin; mirov dibe şahidê erdnîgariya bêdengmayî û êşên mezin ku ji nivşeki derbasî nivşê din dibin.
Ji bo vê yekê ev pirtûk tenê jenosîda Dêrsimê bi zimaneki wêjeyî pênase nake. Di heman demê de, mirovên windayî, biranînên perçekirî û qêrînên ku di tarîtiyê de hatine fetisandin bi şêwazekî hozanî û dengbêjî pêşkêşî xwendevanan dike.
‘Rêyên teng wek ku rêbertiya mirinê dikir, lerzok bûn’
Ev hevoka li ser berga pişta romanê ne tenê metaforeke romanê ye; di heman demê de metaforeke dîroki ye ku bûye qedera tevahiya gelê Kurd. Figura li ser berga pirtûkê, naverok û rehê romanê eşkere dike û dibe sembola tevahiya berhemê. Mirov ji mirovan re dike kozik, dike wargehekî êşê û li hevdu vedişêre. Ji xwe pênaseya "bîra kor" li vir digihêje wateya xwe ya rastî.
Atmosfereke sinematografîk û şahidiya xwezayê
Hîn di rûpelên yekem de nivîskar Hesen Xeyri Ateş xwendevanan dikişîne nav atmosfera bûyerên dirokî. Bêdengî û qiyameta nêzik, mîna siyeke ku di şeverêyekde bigere, xwe diyar dike. Tarîtiya ewran, xof û qesweta çiyan, çem û newalan; mirovên ku ji tirs û mirinê xwe spartine şikeft û berqefan; bêhna mirineke tisî û ku ji tirsa ecelekî hov direvin hiş û mêjiyê xwendevan wekî kabûsekê dagir dike. Bi teknîkeke sînematografik, wekî filmeke tirsê, her sahneyên romanê li ber çavan zindî dibe.
A heri balkeş jî ev e ku nivîskar di vê berhema xwe de xwezayê mîna dekorekê bi kar nayîne. Xweza bi serê xwe dibe şahid, dibe biranîn û hafizayeke zindi ku bi mirov re diaxive.
Ji Kerbelayê heta bi Dêrsimê: Wijdanê exleqî û mirovî
Nivîskar Ateş, derveyî zimanê fermî û siyasî, bi hişmendiyeke kûr a exlagî û mirovî çanda Elewiyên Kurd di tevahiya vegotinê de mîna hostayekî bi mirov dide hîskirin. Çiroka Xizirê Nebî, têkiliyên bi xwezayê re, reng û dengê qulingan, bizinên kovî mîna pîroziyekê di nav tevna romanê de cihê xwe digirin.
Lêbelê, hêjahiyeke romanê ya herî girîng ev e ku hin tofan ne tenê bajar û welatan, lê rasti, bîranîn û hafizaya însan û civakan ji wêran dikin. Di romanê de ev hemû tên ziman. Nivîskar ji van wêranî û tarîtiyê mîna hawareke bêxwedî mayî dengekî bilind dike. Çawa ku li Kerbelayê li dijî Yezîd mirov bê av, bê kefen û bê menzîl mane; wekî bûyera Kerbelayê, qetlîama ku li Dêrsimê qewimiye bi zimaneki hozanî û wêjeyî hevok bi hevok li hev dihûne.
Weke encam;
Bê pesin, ji her aliyî ve; ”Kör Kuyuda Tufan," ne tenê romaneke li ser tertela Dêrsimê ye. Ev roman dibe dengê hemû êş û kujerîyên ku hetanî îro qewimîne. Ji ber van sedeman ev pirtûk dibe berhemeke hêja û girîng. Ev roman lêgerîna birînekê ye ku hîn jî li dadîya xwe; duayekî bêxwedimayî ye ku li dijî bêdengiyê li hegîqet û pêxemberê xwe digere.







