Dengê bêwelatiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:31

  • Performansa Aram Taştekînî, mirovî dike koçberekî konê xwe ji welatekî radike û li welatekî din vedigire. Min bivênevê ji xwe re got, “mirov zindiyek e ku li welatê xwe digere”. Lîstik her pirsekê derdixe ber temaşeker: “Em diçin ku?” 

JIYAN ELMA / PARÎS 

Lîstika Aram Taştekîn nivîsî û li ser dikê jî bi perfermonsa xwe ya lîstikvanî û şanogeriyê bi gewde kir, Happy Dreams Hotel (Hotela xewnên bextewar) li Parîsê premiyera xwe kir û 3 şevan li ser hev hat nîşandan. Elie Guillou û Noémie Régnaut derhêneriya lîstikê kir û Neşet Kutaş jî bi perkusyonê (lêxistina amûrên bi derblêdanê) li ser sehnê bûn. 
Hunermend Aram Taştekin, beriya 4 salan ji ber zextên dewleta Tirk li Parîsê bû penaber. Bi gotinên wî, em sarbûna “bêcihûwariyê yan jî bêwelatiyê” di tevahiya jiyana wî de dibînin, û ew vê bi hostekarî nîşanî temaşekerên şanoyê dide.

Çawa Aram Taştekîn sirgûn dibe, karê wî yê pêşî dibe ew ku xebatan li ser  “bêwelatiya” li Kurdistanê bike. Piştî perwerdeyeke xurt a zimanî, Taştekîn berê xwe dide sehnê, û bi lîstika xwe ya pêşî Hotela xewnên bextewar li Parîsê derkete ser dikê.  

Mirovê li welatê xwe digere

Lîstika şanoyê “Hotela xewnên bextewar” esas kombînasyoneke wan bûyer û serpêhatiyên nivîskar bi xwe ne yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine serê wî. Bûyerên di lîstikê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin. Ji bo temaşekerên ku bi qedîmiya wan erdan dizanin, lîstika li ser sehnê ya bi performansa Aram Taştekînî, mirovî dike koçberekî konê xwe ji welatekî radike û li welatekî din vedigire. Min bivênevê gava li lîstikê temaşe kir, ji xwe re got, “mirov zindiyek e ku li welatê xwe digere”. Lîstik her pirsekê derdixe ber temaşeker: “Em diçin ku?” 

Ber bi malê ve

Lîstik bi xwe me her dibe malê. Carinan bi posterê Yilmaz Guney ê li ser dikê. Carinan bi dengê wê erbaneya ku bi gurmênî nahêle tu bihênije û dike ku ew bombeya di dilê te de siwarkirî çerxa xwe bigerîne. Li ser dikê lempeyek heye; tim û daîm pê dikeve û vedimire. Piştî demekê êdî her pêketî ye û rohnî dike. Ev lempe mirovî ber bi wê rohniya ji sala 1978’an ve pêketî ve dibe. Ma ne welê bû? Di dîroka Kurdistanê de bi dehan berxwedan û serîrakirin hene, hatine tepisandin, vemirandin. Lê ya dawî bi ked û dilsoziyê heta îro rohnî dike. 

Hêviya vegerê

Aram Taştekîn tercîh nekiriye bi her detayê ya qewimî hemûyî dramatîze bike; tercîha wî ew e bide kenandin û hizirandin. Aram Taştekîn wê hêvî û baweriya “rojekê vegera Kurdistanê” li ser sehnê dide her kesî; her kesê ku bi hesret û meraqa Kurdistanê. Ew me ji serî heta dawiyê ber bi xewnên xweş ve dibe. 

Hunerê Kurdan jî xas e

Lîstik li Teatra Berthelotê li Parîsê 7-9’ê Cotmehê sê caran hat nîşan dan. Bilêtên lîstikê hê ji mêj ve, beriya nîşandana lîstikê nemabûn. Hema hema tevahiya temaşekeran Fransî yan jî ne Kurd bûn. Li ser lîstikê, temaşeker Emilia, dibêje wê bi Şoreşa Rojava re Kurd nas kirine. Ji hingê ve ew karên hunerî yên Kurdan hemûyan hewl dide bişopîne. Emilia dibêje, “Gelekî muhim e ku Kurd, tiştên li Kurdistanê diqewimin bi zimanekî Fransî jî jê fêm bikin, îfade bikin. Bi qasî berxwedana Kurdan hunerê wan jî gelekî xas û taybet e. Ji ber wê karên bi vî rengî gelekî girîng in bi ya min.” 

Beşên nû wê bi Kurdî bin 

Aram Taştekîn bi xwe ji elaqeyê razî ye. Li ser wê dibêje, “Tiştên li Kurdistanê hatin serê min, weke yên hatine serê me hemûyan in. Armanca sereke ew e ku mirov bike ku tişta qewimî xuyayî be. Mebesta min a bi vê şanoyê ev bû. Hema çawa gihiştim vir min dest bi kar û xebata zêde kir. Beşên 2 û 3 yên vê lîstikê jî wê hebin. Niha ji bilî xebatên hazirkirina wan, ji bo binesaziya şanoya Kurdî jî em dilebikin, mijûl in. Temaşekerên Fransî xasma rexneyên gelekî erênî û xweş dikin. Armanca me ew e ku em platformeke xurt a hunerî ava bikin û têkoşînê ji mirovên li vir re bibêjin, bigihînin wan”.

Ji bo yên jên man hê Kanûn heye

Lîstika Hotela xewnên bextewar wê 9 û 10’ê Kanûnê ji nû ve bê nîşandan. Mirov dikare bilêtan ji platformên online û ji hesabê Instagram ê Aram Taştekîn (@aramtastekin) peyda bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.