- Hozan Zozan ku bi salan ji bo têkoşîna Kurdistanê xebitî û bi dengê xwe di dilê her Kurdekî de konê xwe veda, behsa salên pêşî yên berxwedana tevgera azadiyê kir. Hozan Zozan bi sekn, fedekarî û muzîka xwe bû dengê berxwedana ku bi salan agirê wê venemiriye.
ERKAN GULBAHÇE
Me Hozan Zozan bi stranên weke “Bîngol Şewitî”, “Memedo Lawo”, “Çemê Şkestûnê”, “Dayika Kurdistan”, “Dayê ez xatir ji te dixwazim”, “Here Lawo” û “Partîzan” nas kir. Gava ev deng li Kurdistanê bilind dibû tevgera azadî hîna nû dest bi kar û xebatên rizgariya Kurdistanê kiribû. Hozan Zozan ku di jiyana xwe de xwedî gelek serpêhatiyên bi êş e, xemgîniya xwe ya kesayetî û xemên xwe yên civakî bi stranan tîne ziman. Birayê Zozan Mehmet Guler, xwarziyê wê Ali Aydemir, pismamê wê Alîşan Onat û bûrayê wê Çiya di oxira doza Kurdistanê de şehîd ketine. Wê hevserê xwe jî di qezaya trafîkê de winda kir. Ew hem hunermendeke birîndar û hem jî dayikeke dil bi kul e. Lê di heman demê de kedkareke dilsoz e û salên dirêj bi deng û awazên xwe piştgirî daye têkoşîna Kurdistanê.
Hozan Zozan behsa naskirina xwe ya bi tevgera azadiya Kurdistanê re û destpêka muzîkê kir.
Hozan Zozan li gundê Lîçîk ê ser bi Kanîreşa Bîngolê tê dinyayê. Ji malbateke Elewî ye. Heta 7 saliya xwe jî li mezrika Goma Dono dimîne. Lê piştî erdheja sala 1949’an bavê wê malê bar dike Dep’ê û ew li wir bi cih dibin. Zozan jî li vir dest bi dibistanê dike. Lê ji ber ku li dibistanê rastî gelek tadeyan tê û mamosteyên wê jî ji cilûbergên wê yên ku nîşaneya xizaniyê ne, ne razî ne naxwazin Zozan bixwîne. Li ser vê yekê bavê Zozan pirr hêrs dibe û keça xwe careke din naşîne dibistanê. Lê Zozan li malê fêrî xwendin û nivîsê dike.
Li Eyşeşan û Meryemxan guhdarî dike
Zozan cara ewil bi saya Radyoya Erîvanê muzîka Kurdî dinase. Wî zemanî ew heyranê Eyşeşanê ye. Pirr di bin tesîra dengê Eyşeşan de dimîne. Heta gava li filmekî ku Eyşeşan tê de stranan dibêje temaşe dike xwe nagire û digirî. Di ciwaniya xwe de jî her tim li kasetên Meryemxan û Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dike. Xwişk û birayê Zozan jî bi muzîkê re eleqedar in û stranan dibêjin. Bi xêra saza ku birayê wê Hesen Xeyrî aniye mal hemû ciwanên malê fêrî sazê dibin.
Şivan Perwer nas dike
Zozan hîna 17 salî ye tê zewicandin. Piştî dizewice tevî hevjinê xwe weke karker rêya Elmanyayê digirin û jiyana wê ya penaberiyê bi vî awayî dest pê dike. Gava tê Elmanyayê li cem mala xezûrê xwe dimîne. Bûrayê wê yê bi navê Çiya ku 12 salî ye pirr bi muzîkê re eleqedar e. Bavê Çiya ji Tirkiyeyê ji bo wî sazekê tîne. Zozan tevî Çiya li ser sazê hûr dibe û bi vî awayî xwe pêş dixe. Hevjînê Zozan rojekê kasetê Şivan Perwer tîne malê. Piştî malbat li dengê Şivan guhdarî dike pirr di bin tesîra dengê Şivan de dimîne. Di sala 1977’an de Şivan dibe mêvanê mala Zozan, malbat bi teşwîqên Şivan Perwer bêhtir dêhn û bala xwe dide ser muzîkê û her wiha roj bi roj xwe di nav têkoşînê de dibînin.
Çalakî û xebatê siyasî
Zozan û hevjînê xwe Erdal di sala 1978’an de li Essen a Elmanyayê xaniyekî digirin. Her roj şoreşger diçin mala mala wan û di demeke kin de mala wan dibe cihekî bi ewle ku şoreşger xwe lê digirin. Li malê gelek xebatên siyasî û çalakî tên organîzekirin. Civîn û perwerde pêk tên. Ji ber ku wî zemanî komele û sazî tine bûn mala wan weke Saziyeke Çand û Hunerê tê bikaranîn. Gelek caran ji ber civînên dirêj ên malê Zozan mecbûr dimîne here li mala xwîşka xwe bimîne.
Jin pirr kêm bûn!
Hozan Zozan bi exlebe bi Çiya re derdikeve ser dikê. Cara ewil di sala 1979’an de, di daweta Şivan û Gulîstan de bi tena serê xwe derdikeve ser dikê. Ji xwe piştî van salan êdî ew bi denge xwe di nav hemû çalakî û organîzasyonan de cihê xwe digire. Hozan Zozan dide zanîn ku di wan salan de derketina ser sehneyê ne hêsan bû û ji ber ku ew jin bûn nikaribûn bi rehetî tevbigerin. Hozan Zozan wiha behsa wan salan dike; “Şevên ewil ên çalakiyan pirr qerebalix nîn bûn. Hem tevlîbûn û hem jî performansa li ser dikê lewaz bû. Jixwe kesên dihatin konseran jî ji jinan bêhtir mêr bûn. Heta dikarim bibêjim ku qet jin tine bûn. Dikarim bibêjim ku ev şev û çalakî ji bo mêran dihatin organîzekirin. Di wan salan de li xweşa hin kesan nediçû ku jinên weke min ên polîtîk derkevin ser dikê û stranan bibêjin. Kesên derûdorê bi çavekî ne baş li me dinihêrin.
Ji bo têkoşînê zêrên xwe dibexşîne
Tevî hemû zehmetî û awirên baviksalar ên li ser Zozanê ew dîsa jî dev ji kar û xebatan bernade û bernameyên çandî hazir dike. Bi awayekî kolektîf ekîbeke folklorê ya zarokan hazir dike û ev ekîb li bajarên weke Koln, Dusseldorf û Bochumê derdikevin ser dikê û hunerê xwe nîşan didin. Ji bilî folklorê ew skecên piçûk jî hazir dikin û di warê şanoyê de jî gelek xebatan dibin serî. Lê pirsgirêka herî mezin ew bû ku tevlîbûna jinan a ji bo van xebatan pirr qels bû. PKK hîna nû xwe ava dikir. Bi rêya lidarxistina şevên taybet propagandaya xwe pêk dianî û xelkê ber bi têkoşînê ve dikişand. Gulîstan û Hozan Zozan temeziyên xwe li serê xwe girê didin û bi cilûbergên xwe yên Kurdî di nav girseyê de digerin da ku pereyan kom bikin. Gava ku ji bo partiyê kampanyayek dest pê dike cara ewil Zozan xwe dide ber vî karî û zêr û zîvên xwe ji bo partiyê û têkoşîna ji bo welat dibexşîne. Her wiha tevî malbata xwe gelek caran karên dîtir jî dike da ku aboriya partiyê xurttir bibe û pêdiviyên ji bo şoreşê bi cih werin.
Coş û peroşa salên berê tine ye
Hozan Zozan ji bo hevalên ku di destpêka têkoşînê de tevlî xebatan bûne jî got; “Wî zemanî hevalên me giş fedekar bûn. Gelek ji wan jî zanîngeh qedandibûn. Xwe pirr xweşik perwerde kiribûn. Wan bi awayekî serketî geşedanên siyasî dişopand û li gor daxwazên gel tespîtên baş dikirin. Erê, weke hejmar em îro gelekî zêde ne lê di warê wesf û qabîliyetê de nikarim heman tiştî bibêjim. Di saziyên me de ew coş û peroşa salên destpêkê tine ye. Nexasim jî saziyên çandî rol û misyona xwe pêk neanîn û qels man.”
Kasetên pêşî yê Zozan û Çiya
Di sala 1982’an de ango piştî darbeya leşkerî ya 12 Îlonê, zordar û dagirker li Hepsa Diyarbekir negihîştibûn armanca xwe. Li gel ewqasî wehşet û êşkenceyê berxwedana li hepsê û qîrînên ku li wir bilind dibûn dilê dijmin her tirsandin. Qîrînên li hepsê digihîştin hemû quncikên Kurdistanê û her wiha Ewrûpa. Li Kurdistan û Ewrûpayê ji bo dengê berxwedanê were bihîstin kom hatibûn ava kirin û ev kom dest bi xebatên propagandayê kiribûn. Her wiha gelek çalakiyên hunerî û çandî jî pêk dihatin. Di wan salan de çend heval diçin gel Zozan û Çiya da ku ew jî bi deng û muzîka xwe hestên gel li hev bijidînin û hemû dinyayê bi wehşeta li Zindana Amedê pêk hatiye bihesînin. Zozan û Çiya ku di jiyana xwe bi çavên serê xwe qet stûdyo nedîtine dest bi xebatan dikin da ku stûdyoyekê peyda bikin. Çiya li bajarê Bottrap ê Elmanya stûdyoyekê dibîne. Zozan kasetê bi navê “Heps û zindan ji bo me cennet” û Çiya jî kasetê “Roja 13’ê Nîsanê” derdixe. Zozan ji bo van kesetan dibêje; “Her du kaset jî bi awayekî amatorî hatin hazirkirin. Pêvajoya propagandayê bû. Rêxistin dixwest xwe bigihîne gel. Muzîka me jî li gor vê daxwazê teşe digirt. Yanî ji bo hestên xelkê li têkoşînê gurtir bibin me muzîkên ajîtatîf çêdikirin. Gava hazirkirina van kasetan tê bîra min û li amatoriya xwe difikirim pirr xemgîn dibim.”
5 albûm derxistin
Hozan Zozan li gor nasnameyê di sala 1951’an de hatiye dinyayê. Gava xwişka wê dimire ji Zozan re nasnameyeke nû dernaxin û ew bi nasnameya xwişka xwe dijî. Li gor texmînan ew di navbera salên 1958 û 1959’an de hatiye dinyayê. Ji sala 1975’an heya îro li Elmanayê dijî. Ji bilî albûmên ku bi hevkariya Koma Berxwedan derxistine kasetên wê yên bi navê “Heps û Zindan ji bo me Cennet (1982), Partîzan (1983), Here Lawo (1988), Gulek Sor e (2001) û Memedo (2006) hene.