- Hunermend û şanogerê Kurd Arsen Polatov, di warê pandomîmê de şareza bû, piştgiriya şanogerên Kurd kir û di vî warî de pêşengekî bi qîmet e. Ne tenê li Kurdistanê, her wiha ji Moskovê heta bi Parîsê wî dersên pandomîmê didan û di şanoyê de dengê bêdengiyê temsîl dikir.
Arsênê Reşît Polatov (Arsen Polatov) hunermendê pandomîmê yê Kurd yê herî bi nav û deng bû. Weke ku hevalên wî yên rejîsor jî dibêjin; “Hoste… wisa digotin ji dersdarê pandomîmê yê mezin Arsen Polatov re.” Arsen Polatov ji ber hezkirina xwe ya pandomîmê, navê keça xwe jî dike Bêzar. Arsen Polatov li Ermenistanê rengekî taybet bû û hîmê şanoya pandomîma Ermenistanê jî wî danîbû. Polatov kesayeteke bêdeng bû. Gelek kesan navê wî dibîhist, lê kêm kesan ew ji nêz ve nas dikir. Wî wexta xwe bêhtir li kafeya bi navê “Sikvaznîçok” derbas dikir û xelk ji bo dîtina wî diçûn vê kafeyê. Ew di jiyana rastîn de jî eynî weke pandomîmê bêdeng bû, dema ku li kafeyê wexta xwe derbas dike jî tim guhdariya xelkê dike û kêm caran diaxive. Ji lewma jî gelek kes wî bi wî sifetî bi bîr tinin. Polatov xwedî karakterekî bêdeng, elastîk û tenik bû.
Hosteyê şanoya pandomîmê Arsen Polatov, yek ji hunermendê mezin ên Kurdan bû. Li Sovyeta kevn û li cihanê û her wiha li derveyî sînorên Sovyetê jî dihate naskirin. Polatov, li gelek zanîngehên cîhanê dersên şano û pandomîmê didan; di nava van de zanîngehên Moskov û Sorbonneyê (Parîs) jî hebûn. Ew her wiha gelek caran ji bo dersdayîn û semîneran ji bo zanîngehên Parîs, Berlîn û Pragê dihate dawetkirin. Ji sala 1975’an heta 1995’an li Şanoya Dewletê ya Moskovê weke derhênerê giştî xebitî. Piştre çû Zanîngeha Yaroslavlê û li vir dersa Dîroka Pandomîmê da. Bi dehan pandomîm, şano û skêcên ku Polatov bi xwe nivîsandine û derhêneriya wan kiriye, li gelek bajarên cîhanê hatine lîstin û gelek hatine ecibandin. Pêşiyên Arsen Polatov ji dorhêla Serhedê, ji warê Qers û Agiriyê ne. Wan piştî qirkirina Xîristiyan û Êzîdiyan berê xwe dabûn Ermenistanê; yanî Arsenê Polatov ji malbeteke Kurdên Êzîdî bû.
Li Elmanyayê dersên şanoyê
Arsen Polatov sala 2001’ê de li Akademiya Kurdî ku wê demê li bajarê Elmanyayê Durenê bû, mamostetiya şanoyê kir. Di navbera salên 2001 û 2002’yan de li bajarê Wuppertalê yê Elmanyayê di bin banê “Mala Çanda Baran” (Baran Kultur Haus) komeke şanoyê ya bi navê “Teatra Baran” perwerde dikir.
Li Stenbol, Êlih û Amedê jî dersên şanoyê dide
Arsen Polatov sala 1993´yan tevî Egîdê Cimo û Aslîqa Qadir ji Ermenistanê li ser daxwaza NÇM´ê, di 19´ê Îlonê de çûn Stenbolê. Arsen Polotaov li wir dersa şanoyê da şanogerên Kurd ên li Stenbolê. Ew her wiha di sala 2003’yan de bi vexwendina Şaredariya Batmanê tevlî Mihrîcana Çand û Huner a Batmanê ya 1’ê bû û li wir bi dehan şanoger perwerde kirin. Ji wir jî çû Amedê bû û heman tişt li wir jî kir. Sala 2004’an derhêner Ozkan Kuçuk belgefilma “Mamoste Arsen” çêkir ku bi pirranî dîmenên belgefilmê ji vê serdana wî ya Amedê pêk dihatin.
Jînenîgariya Arsen Polatov
Di sala 1942’yan de li paytexta Ermenistanê Êrîvanê tê dinyayê. Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha St. Petersburgê di pola sêyemîn de terikand. Paşê Beşa Rejîsoriyê ya Zanîngeha Moskovê kuta kir û li Parîsa Fransayê, ji “Pîrê Pandomîmê” Marcel Marceau bi qasî du salan dersên pandomîmê girtin. Sala 1971’ê bi handan û piştgiriya Yekîtiya Sovyetê li Erîvanê Dibistana Pandomîmê ya Arsen Polatov hate vekirin û Polatov li vê dibistanê bi sedan şagirt perwerde kirin, her wiha ew hîmdar û rêvebirê şanoya pandomîmê ya Êrîvanê bû. Piştre, bi destûra Wezareta Çandê ya Yekîtiya Sovyetê, Şanoya Dewletê ya Moskovê hate avakirin û Polatov li wê derê wekî rêveber-derhêner hate ser kar. Di maweya salên 1975-1995, raserî 20 salan bi sedan şagirt û şanoger gihandin. Polatov, ji sala 1995’an heta roja ku mir li ‘Beşa Dîroka Pandomîmê ya Zanîngeha Dewletê ya li Yaroslavlê’ wekî hîndekar kar û xebatên xwe domandin. Di 31’ê Adara 2004’an de ji ber nexweşiya dil li bajarê Yaroslavlê ya Rûsyayê ku li nexweşxaneya vî bajarî dihate derman kirin, ji ber ku dilê wî sekinî, kiras guhert û çû ber dilovaniya xwedê. Arsên Polatov bavê du zarokan bû.
NAVENDA NÛÇEYAN