Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-S) ji bo welatparêzê Kurd Abdulhakîm Demîrcîoglû peyama sersaxiyê weşand. Demircîoglu beriya çend rojekî wefat kiribû.
Demîrcîoglû sala 1954’an li Xarpêtê ji dayik bûbû, 18’ê Tîrmehê li bajarê Vaxjoyê dilê wî sekinîbû û wefat kiribû. Demîrcîoglû ev 40 sal bûn ku li Vaxjoyê dima.
NCDK-S’ê peyameke sersaxiyê weşand û diyar kir ku Demîrcîoglû di nav gel de bi welatparêziya xwe dihat naskirin û jê dihat hezkirin.
NCDK-S’ê diyar kir ku Demîrcîoglû di her çalakiya demokratîk de cih digirt û got, “Wî mala xwe ji Kurdan re vedikir.”
Cenazeyê wî li navçeya Xarpêtê Depê bê veşartin.
STOCKHOLM