DEM’ê bang li hilbijêrên mobîl kir

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:39

ESRA SOLÎN / MA / STENBOL

Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gotin ku bi dengên hilbijêrên li rojavayê Tirkiyeyê dê li Kurdistanê bikarin 15 şaredariyên di destên qeyûman de jê bistînin û li dijî veguhestina “hilbijêrên mobîl” ku polîs û leşkerin, bang li her kesî kirin ku biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê, beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî bala xwe da ser hilbijêrên bitevger. DEM Partiyê ji bo kesên li derveyî bajarên xwe û nikarin bi derfetên xwe biçin ser sindoqê, “komîsyona Hilbijêrên Bitevger” ava kir. Di vê çarçoveyê de bi taybet jî li ser bajarên weke Riha, Îdir, Qers, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Şirnex û Colemêrg jî di nav de li ser 110 navend û navçeyan disekine. 

Hilbijêrên ku dixwazin biçin bajarên xwe û dengê xwe bidin, dikarin li rêxistinên DEM Partiyê yên Stenbol û navçeyên wê qeydên xwe çêbikin, li ser sepana karekodê ya partiyê formê tije bikin û serlêdana xwe bikin. Serlêdan dê di 27’ê adarê de bi dawî bibin. Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz bang li hilbijêrên bitevger kirin. 

Serî li DEM Partiyê bidin

Gonca Yangoz got,’’ Li derve çend hilbijêr hebin bila serî li DEM Partiyê bidin, formê tije bikin û dikarin ser medyaya dijîtal û telefonê jî xwe bigihînin me. Xebatên me bi lez û bez didomin. Em tax bi tax, mal bi mal, şantiye bi şantiye digerin û xebatên xwe didomînin. Me ji bo vê ekîbek jî ava kiriye û em soz didin ku dê wan bibin bajarên wan.” 

Em ê qeyûm bişînin

Kalmaz, da zanîn ku Newroza Stenbolê peyameke mezin daye îktîdarê û wiha bi dawî kir: “Em ê şaredariyên li Kurdistanê ji qeyûman bistînin. Banga me ew e ku her kes bi ruhê Newrozê biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Tenê xwe bigihînin me bes e. Dê di 28-29’ê adarê de ji Stenbolê bi rê kevin. Em dîsa bang li gelê xwe dikin ku biçin Kurdistanê û dengê xwe bidin. Divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin û biçin dengê xwe bidin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.