Dema pratîkkirina biryaran e

Duşem 30 Çile 2023 - 00:28

  • KCK´ê ji bo konferansa ekolojiyê ya pêkhateyên xwe got: Li hemberî xerakirina warên me yên jiyanê û xisara giran a li warên jiyanê, li hemberî tinekirina dîroka me weke zindî û gel divê em îradeya jiyana bi hev re li warên xwe veguherînin hêza rêxistinbûyî.

KCK'ê da zanîn ku di 21´ê Çile de konferansa ekolojiyê bi rê ve çûye û got, "Dem ew dem e ku weke zindî û gel îradeya jiyana bi hev re li qadên xwe yên xwecihî em bikin hêza rêxistinbûyî û bixin nava liv û tevgerê."

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê li ser Konferansa Tevgerên Ekolojiyê daxuyaniyek weşand. Wê got, “Tevgerên Ekolojî û Parêzvanên Mafan di 21'ê Çileyê 2023’yan de ji bo paşeroja azad a Kurdistan û Tirkiyeyê û danîna xeteke têkoşînê, mohra xwe danîn binê pêngaveke nû. Em wan kes û hêzên ku pêşengî ji vê pêvajoyê re kirine û ked dane, ji ber serketina wan a mezin pîroz dikin, encamên konferansê bi coş û kelecan silav dikin.”

KCK´ê got, bi konferansê re “pênaseya ekolojiyê”, “dibe xwedî bingehekî û weke xeteke bingehîn a têkoşînê ya gelan, wê ber bi Konfederalîzma Civaka Ekolojîk a Demokratîk ve biçe.” KCK´ê biryardariya ji bo têkoşîna hevpar a “ji bo parastina warên xwe yên jiyanê” weke gaveke girîng bi nav kir.

 

Peymaneke civakî ji bo jiyan û ekolojiyê

KCK´ê da zanîn ku di konferansê de hatiye tespîtkirin ku “krîza ekolojîk û êriş bi rekûpêk in, lewma çareserî û çare jî bi peymaneke civakî ya rêxistinbûyî ya parêzvanên jiyan û ekolojiyê ye, ji bo vê jî meclîsên xwecihî weke modelên herî demokratîk ên rêxistinbûyî ne.” 

KCK´ê got, “Rêxistinbûna konfederal a gelan ku em misêwa pêşniyaz dikin, beşdar ji nava jiyanê hîn bûn, lewma vê yekê nîşan da ku em li ser bingehekî rast in.

Ji Rojava heta bi Akbelenê, ji Îkîzdereyê heta bi Cûdî, dayikên afirînerê jiyanê weke zimanê jiyan û rasteqîniyê li konferansê hatin pênasekirin û ev yek bû yek ji destketiyên herî mezin. Êdî pîvanên bingehîn û zimanê hevpar ê Tevgerên Ekolojiyê hatine destnîşankirin.”

 

5 pîvanên sereke 

KCK´ê ev pêvanên bingehîn û zimanê hevpar jî wiha bi 5 xalan îfade kir:

1) Yên ku ji bo jiyana ekolojîk têdikoşin, beriya her tiştî divê dijberê şer bin.

2- Têkoşîna ji bo jiyana ekolojîk nabe ji têkoşîna azadiya jinê cuda be.

3- Siyaset dûrî pîvanên azadiya jinê û jiyana ekolojîk nikare bê kirin.

4- Pîvanên jiyana ekolojîk bi avanî û nasnameya etnîk, bawerî û sînorên neteweyî nikarin bêne diyarkirin, warekî têkoşînê yê înternasyonalîst û gerdûnî ye.

5- Û beriya her tiştî divê hurmet ji mafê jiyanê yê her kesî û her tiştî re bê nîşandan.

 

Xemsariya beramberî demokrasiyê

KCK´ê bal bire ser pêvajoya hilbiajrtinê jî û got, têkoşîna jiyana ekolojîk nabe ku radestî siyasetvanên dûrî pîvanên ekolojîk a civakî bê kirin”. Di dewamê de got, “Biryardariyeke welê hate destnîşankirin ku ti rêxistin û rastiya siyasî ya li pêşberî demokrasiyê xemsar, li nava Tevgerên Ekolojîk cihê xwe nîne. nasnameya xwe ya siyasî û îdeolojiya xwe çi dibe bila bibe, ti derdora siyasî ya ku hunerê xwe yê siyaseta demokratîk nasipêre pîvanên azadiya jinê û ekolojiya civakî, di nava Tevgera Ekolojiyê de bersiva xwe nîne.”

KCK´ê da zanîn ku li gorî vê, wezîfe û berpirsyarî bicihanîna guncaw û birêxistinkirina biryaran e û wiha dewam kir: “Dem, ew dem e ku li hemberî êrişkariya hêzên sermaye û modernîteya kapîtalîst helwêst bê nîşandan, li hemberî xerakirina qadên me yên jiyanê û xisara giran a li warên jiyanê, li hemberî tinekirina dîroka me weke zindî û gel divê em îradeya jiyana bi hev re li warên xwe veguherînin hêza rêxistinbûyî û bixin meriyetê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.