Dema komployên erzan bihurî ye

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:11

Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê operasyonên têgihiştinê yên  li dijî şaredariyên DEM Partiyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Li gorî feraseta me ya rêveberiya xwecihî, armanca me ya bingehîn ew e ku em ji her tax, navçe û bajaran re xizmetê bikin. Şaredariyên me bêyî ku tevlî nîqaşên giştî yên siyasî bibin, bi xebatên xwe yên xizmetguzarî cudahiya xwe nîşan didin dest xebatê kirine.

Me xizmet daye ber xwe

Bi taybetî rêveberiyên me yên xwecihî û hemû rêveberiyên me bi salan e bêyî ku sembol û nirxên wekeal, netewe û sirûdê bikin pirsgirêkek bi siyasetê re mijûl dibin û xizmetê dikin. Şaredariyên DEM Partiyê, cudahiyê naxa navbera nasname, nirx, bawerî û sembolên welatiyên me û ji wan re rêzdar e. Li ser esasê xizmetguzariya wekhev xebatê dimeşînin.

Bi komployan têkçûna xwe vedişêrin

Her çiqas ev rastî bi awayekî vekirî bên zanîn jî, li dijî şaredariyên me fen û fûtên qirêj tên pêşxistin, şaredariyên me bi îdîayên derew û komployên qirêj dikin hedef. Hikûmet bi van operasyonên ferasetê hewl dide windahiyên ku di hilbijartinan de dîtiye veşêre.

Kes komployan cidî nagire

Li Tirkiyeyê serdema ku li ser mêtingeriya sembol û nirxên weke ala û sirûda netewî siyasetê dikin, derbas bûye. Raya giştî ya demokratîk van operasyon û komployên erzan cidî nagire.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.