Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan navçeyên girêdayî 10 bajaran ku wê namzetan lê nîşan bidin eşkere kirin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan biryarên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de hatine wergirtin li Navenda Giştî ya HDP’ê eşkere kirin.

Dogan destnîşan kir ku hemû şaredariyên ku ji aliyê qeyûm ve hatine desteserkirin wê bi vîna gel re bînin bahev û anî ziman ku wê her wiha destkeftiyên nû bi dest bixin.

Dogan, da zanîn ku wê bi avakirina yekitiya hêzan re bi pêş ve biçin û bajarên Tirkiyeyê ku wê merhaleya ewil namzetan lê nîşan bidin eşkere kirin. Li gorî vê bajarên ku wê DEM Partî di merheleya ewil de namzetan lê nîşan bide wiha ne: “Navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê; navçeya Kepez a Antalyayê; navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsûs ên Mêrsînê, navçeyên Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar û Sûltanbeylî yên Stenbolê, navçeyên Dîdîm, Efeler, Germencîk û Soke yên Aydinê; navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Konyayê, navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê; navçeyên Torbali, Bayrakli û Menemen ên Îzmîrê; navçeyên Golmarmara, Tûrgûtlû û Yûnûsemre yên Manîsayê; navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê û navçeyên Çorlû û Çerkezkoyê yên Tekîrdagê.”

Dogan, eşkere kir ku dema serlêdana bernamzetan 5 roj din hatiye dirêjkirin. Bi vî awayî dema serlêdanan heta 25’ê kanûnê hate dirêjkirin.

ANF/ENQERE