DEM Partî dê bi gel re bicive

Duşem 3 Adar 2025 - 03:15

DEM Partî piştî banga Rêber Abdullah Ocalan dê bi sernavê “Siyaseta demokratîk a serdema nû” nexşerêyê diyar bike. 

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bi raya giştî re bangek dîrokî kir û nîqaşên li ser banga dîrokî didomin. DEM Partiyê jî di çarçoveya civakîkirina bangê de plansaziyek derxist. 

Piştî ragihandina bangê, DEM Partî bi pêkhateyên xwe re civiya û biryar da ku civîneke ku dê 3 rojan bidome û tevahiya hilbijartiyan tê de cih bigirin li dar bixe. Bi beşdariya Meclisa Partiyê û hevserokên bajaran dê di nava rojê de civîn were lidarxistin û di 3’yê Adarê de Lijneya Rêveberiya Navendî dê bicive. Civîna herî dawî jî dê bi beşdariya parlamenter û hevşaredaran re di 4’ê Adarê de li navenda giştî ya partiyê were lidarxistin. 

Civînên bi gel re 

Dê di navbera 9 û 15’ê Adarê de bi sernavê “Civînên gel ên ji bo aştî û civaka demokratîk” re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li herî kêm 100 navendan bi gel re civîn bên lidarxistin. DEM Partiyê piştî hevdîtina yekemîn a bi Abdullah Ocalan re li 43 navendan bi gel re civînên “Aştiya civakî û azadiyê” li dar xistibû. 

Yên wê tevli civînan bibin 

Dê endamên Şandeya Îmraliyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, hevserokên giştî û nûnerên partiyên pêkhate, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî dê di hevdîtinan de cih bigirin. Di heman demê de endamên MYK û PM’ê, parlamenter, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek derdorên cuda jî tê de cih bigirin.  

MA/ENQERE /MEHMET ASLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.