DEM Partî bi Wezareta Edaletê re hat ba hev

În 25 Nîsan 2025 - 02:45

Hevdîtina navbera Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç bi dawî bû. Di hevdîtinê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û 'mafê hêviyê' hat nirxandin.

Hevdîtina navbera Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç a li avahiya wezaretê destpê kir bi dawî bû. Heyet ji Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ozturk Turkdogan pêk tê.

Di hevdîtinê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, 'mafê hêviyê', rewşa girtiyên nexweş, qanûna înfazê, "Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê" hat nirxandin.

Tê texmînkirin guhertinên derbarê 10'emîn Pakêta Darazê de jî guhertin pêk bên. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.