Dem DEM’a Mîdyadê ye
Şemî 23 Adar 2024 - 00:34
Li Midyadê gel xwe hazir dike ku şeqameke Kurmancî li rêveberiya talan û dijminên Kurdan bide û şaredariya gel a DEM Partiyê bîne ser şaredariyê.
Meclîsa Midyadiyan a li Ewropayê ragihand ku dem hatiye li Midyadê dawî li desthilatdariya ji mejiyê navendîperest, rantxur, talanker û cihêkar bê anîn û siyaseta azadîparêz û gelparêz bê bicihkirin.
Di daxuyaniya meclîsê de hate ragihandin hilbijartinên xwecihî ji bo ji nû ve destnîşankirina îradeya hêzên demokratîk û gel girîng e. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin di hilbijartinên dawî yên xwecihî de bi rêya qeyûman îradeya gel hate desteserkirin û hate destnîşankirin di vê hilbijartinê de wergirtina encameke xurt ji aliyê azadî, aştî û demokrasiyê ve wê bibe bersiva herî rast a li hemberî feraseta tekperest-totalîter a desthilatdariyê.
Ji Mîdyadê re a rast DEM e
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lewma li navçeya me Midyadê ku xwedî taybetmendiya pirrengî, pirzimanî, pirolî û pirçandî ye, bidestketina encameke hilbijartinê ya bi xweşbînî û li gorî rewşa xwe ya civakî gelekî girîng e. Hêza me ya rêxistinî ya alîgirê azadiyê ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. DEM Partî ku ji îradeya siyasî ya hevpar a gelan pêk tê, ji bo rêveberiya herî baş a ji bo Midyada me, tercîha herî guncaw û rast a siyasî ye."
Li Midyadê wê gel bi ser bikeve
Meclîsa Midyadiyan a li Ewropayê ragihand ku dem hatiye li Midyadê dawî li desthilatdariya ji mejiyê navendîperest, rantxur, talanker û cihêkar bê anîn û siyaseta azadîparêz û gelparêz bê bicihkirin.
Di daxuyaniyê de bang li Midyadiyan hate kirin ku ji bo DEM Partiyê bikevin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Midyad û gelên me wê bi DEM Partiyê bi ser bikevin."
ANF