Li paytexta Elmanyayê Berlînê ji bo Delîl Çiyager (Rêzan Bîlkay) ê di 23’ê Mijdara 2022’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Metîna de şehîd bûbû, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîma bîranînê de ku malbat, dost û welatparêz lê amade bûn, xwişka wî Sermet Bilkay, endama Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê Dayika Şemsê, hevrê Destîna Jiyan û bavê wî Îbrahîm Bilkay axaftin kirin.

Xwişka Delîl Çiyager Sermet Bîlkay spasiya kesên beşdarî bîranînê bûn kir û got;“Delîl rûmeta me ye. Birayê min şehîdê me hemûya ne. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna wî bidomînin."

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê Dayika Şemsê jî axivî û got, “Kîjan hêz dikare ewqas mirov bîne ba hev, helbet şehîd in. Şehîdên me, me dikin yek. Ji bo vê jî em têkoşîna ku wan afirandiye mezin bikin û xwedî li keda wan derên."

Rûken û jêhatî bû

Hevrêya şehîd Delîl Çiyager, Destîna Jiyan jî got;“Hevrê Delîl li çiyayên azadiyê şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Her hevrê hêviyek mezin dide. Di heman demê de ez dikarim di derbarê Hevrê Delîl de wiha bibêjim; Her kes wî bi rûkenî, henek û wêrekiya wî nas dike.”

Bav Îbrahîm Bîlkay ku piştî sînevîzyona ku jiyana Şehîd Delîl Çiyager nîşan dide spasiya kesên beşdarî bîranînê bûn kir û got, “Delîl şehîdê Kurdistanê ye, şehîdê me hemûyan e. Em soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarên rêya wî bin.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû û piştî merasîmê, Desteya Malbatên Şehîdan wêneyek pêşkêşî malbata şehîd Delîl Çiyager kir.

ANF/BERLÎN