- 511 kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên civaka Êzîdî, yên li welatên cihê û bi dîtin û rêxistinên cihê li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya derheqê Şengalê de daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Divê statûya Şengalê were mîsogerkirin."
511 kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên civak Êzîdî, yên li welatên cihê û bi dîtin û rêxistinên cihê li dijî peymana Bexda-Hewlêrê ya derheqê Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, "Divê statûya Şengalê were mîsogerkirin."
Di deklarasyona hevpar de hate gotin ,"Pêwîst e ku li Şengalê bê cihêwazî mekanizma ewlehîyê û parastinê werê çêkirin. Pêwîst e ku rêz li hêz û nerînên pêkhateyên civakê were girtin û ti alî di girtina biryaran de ji derve nehên hiştin bi taybet ew biryarên li ser qedera komelgehê tên girtin. Di vê çarçovê de mixabin pir metirsî û kêmasîyên vê peymanê hene. Helbet ev rewşa aloz, nazik û bê istiqrar, bi cîkirina vê peymanê re wê pirtir ber bi xerabûnê ve biçe u nakokiyên di navbera pêkhateyên civakê de jî dê bêhtir kûr bibin."
Daxuyaniya hevpar a ku li bajarê Lohne yê Elmanyayê hate dayin, wiha ye:
"Em, kesayet, akademisyen, siyasetmedar û hunermendên Êzîdiyan, ji welatên cuda û ji dîtin û rêxistinên cihêreng, yên ku me ev deleresyon imze kiriye, dixwazin nerînên xwe li ser peymana Bexda û Erbîlê, bi raya giştî re parve bikin.
Em civakeke aştîxwaz in, ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkan, bi taybet nakokiyên di navbera netew û olan de, li şûna şer û pevçûnan me bawerî bi danûstandin û giftûgoyên aştiyane heye, û em pê dilxweş dibin.
Divê statu misoger bibe
Li dijî qirkirina nijadî, çareserîya ku bibe bersîva herî baş; divê ji bo civaka Êzîdî statuyek li goreyî Destûra Bingehîn a Iraqê bi şêwazekî mayînde, herêmên Şingalê û Nînovayê weke du uniteyên rêveberî Wilayet (xweser) cuda werin misogerkirin.
Mekanîzmeya ewlehiyê û parastinê ya ku dê were avakirin, divê hemû hêzên ku di azadkirin û rizgarkirina Şengalê de ked û tekoşîna wan heye, bê istisna û bê cudahî têda cîh bigrin û bên beşdarkirin.
Him ji bo parastina sinoran him jî ji bo misogeriya ewlehiya hundurîn, bi tenê ji bo herêma Şengalê, herî kêm divê 10.000 kes tevlî vê mekanîzmayê bibin.
Ji aliyê komisyonek hevpar ve, divê kesekî di plansaziya avakirinê de şareza û di xizmetên bajêrvaniyê de xwedî serbor û tecrube, û ji aliyê siyasî ve jî serbixwe, ji bo qaymeqamiyê were hilbijartin.
Ji bo vegera gel a Şengalê organîze û koordîne bike, divê komisyonek hevpar a ji kesên jîr û zana were damezrandin.''
NAVENDA NÛÇEYAN