Doh destê sibehê, helbestvanê Kurd Deham Hesen (75) ji ber nexweşiyê li bajarê Qamişlo koça dawî kir.
Helbestvan Deham Hesen ku sala 1946`an hatiye dinê, ji şêniyên bajarê Amûdê ye û lîsansa bi zimanê erebî standiye. Di temenekî biçûk de bi zimanê erebî dest bi nivîsandina helbestê kiriye, her wiha çîrok û nivîsên der barê fikir û siyasetê de nivîsandine.
Pirtûkek wî bi navê “Di raman, çand û siyasetê de neynik” heye û ji komeke lêkolînên fikirî û siyasî pêk tê. Her wiha gelek helbest û nivîsên wî di gelek rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.
Cenazeyê wî doh li goristana taxa Hilêliyê hat veşartin.
ANHA/QAMIŞLO