Defend Kurdistan!

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 21:39

  • Kurdan û dostên wan li seranserê cîhanê Defend Kurdistan veguherand     “şoreşê biparêze, şerê dewleta Tirk ê dagirkeriyê rawestîne”. 

Li seranserê Ewrûpayê, Emerîka Latîn û gelek deverên din ên diyayê di çarçoveya Roja Çalakiya Cîhanî de bi dirûşima “Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze, şerê Tirkiyeyê rawestîne” çalakî hebûn. Di çalakiyan de hart xwestin ku piştgiriya bi dewleta Tirk re bê rawestandin û êdî ev dewlet sîlehan nefiroşin dewleta Tirk. 

Li Elmanyayê li her bajarî çalakî

LEIPZIG: Bi sedan kes ji bo parastina Kurdistanê meşiyan. Meşê li Qada Willy Brandt dest pê kir. Pankartên li ser wan nivîsandî “Defend Rojava”,  “NATO-Armee Zuruckschlagen”, “Jin jiyan azadî”, “Şerê li Kurdistanê bisekinînin”, “Dema Azadiya Ocalan e” hatin hilgirtin. 

FREIBURG: Kurd û dostên wan êrişên dagirkeriyê protesto kirin. Meşê ji qada Alte Synagoge dest pê kir, li navenda bajêr dewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê berê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku şoreşa Kurdistanê yekane hêviya xelasiya gelên Rojhilatê Navîn e.

HANNOVER: Kurd û dostên xwe li Hannoverê li Meydana Şehîd Halîm Dener kom bûn, xwedî li Şoreşa Rojava derketin û dagirkerî protesto kirin. Nada Nana li ser navê Defend Kurdistanê axivî û got, “Ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava ku şoreşa vê sedsalê ye, em ê bi lez û bez xebatên xwe yên cihî û dîplomatîk bidomînin. Xwedî derketina li Şoreşa Rojava û belavkirina wê berpirsyariya me ya dîrokî ye.”

FRANKFURT: Kurd, dostên wan û çepgirên Elman li meydana Bockenheîimer Warte hatin cem hev û meşiyan. Di axavtinan de hate gotin, bi çek û pereyê Elmanyayê li her dera cîhanê mirov tên kuştin û peyama “Nebin şirîkê qetlîamê” dan hikûmeta Elman. 

KOLN: Meş bi slogana “Ji dagirkeriyê re na, Ji Kurdistanê re azadî” ji Rêya Kal Postê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bang hat kirin da ku li dijî dagirkirina Kurdistan û Ûkraynayê têkoşîn bê xurtkirin.

Li Elmanyayê wekî din li Berlîn, Hamburg, Saarbrucken, Stuttgart û gelek bajarên din jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin. 

Li Fransayê Defend Kurdistan

PARÎS: Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li Meydana Republiqueyê hatin ba hev û êriş û polîtîkayên împeryalîst ên li dijî Kurdistanê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Gelek rêxistinên înternasyonalîst jî piştgiriya çalakiyê kir. Guillaume Davranche ê li ser navê Union Communiste Libertaire (UCL) axivî û bang li înternasyonalîstên cîhanê kir da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo parastina şoreş û Kurdistanê bi gelê Kurd re bin. Meşvanan li Meydana Bastilleyê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan got, “Berxwedana gerîla ya ji bo 50 Kurdî berxwedana herî mezin a dîroka cîhanê ye. Li dijî dewleta Tirk a faşîst sedsaleke din jî dixwaze Kurd bê statu bimînin û hêzên faşîst û cîhadîst ên din berxwedana gelê Kurd bi pêşengiya gerîla dewam e. Em ê li dijî vê faşîzma mêtinger bi heman ruhê berxwedanê yê gerîla li her derê li berxwedana xwe dewam bikin.’’

MARSÎLYA: Bi tevlêbûna gelek sazî û rêxistinan bi taybetî Solidaire Kurdistan 13, bi hezaran kesî li Meydana Canabiere êriş û xiyanet şermezar kir. Xwepêşandêran timî dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Xiyanetkar Barzanî”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî gerîla” û “Her cih meydana têkoşînê ye” gotin.

RENNES: Êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyekê hate protestokirin. Gelek Kurd û dostên wan li Meydanan Charles de Gaullesê hatin ba hev. Kurdan got, "Bijî piştevaniya înternasyonalîst”, "Li dijî faşîzmê bibin yek", "Em hemû PKK'yî ne", "Qatil Erdogan, hevkar PDK" û "Jin jiyan azadî".

AMIENS: Kurdan û dostên wan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rûreş kirin. Xwepşandêr li ber Navenda Çandê ya Amiensê civiyan û wan got, "Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike."

Swîsrî û Kurd bi hev re

AARAU: Kurdistanî û dostên wan ên li Bahnhofplatzê, li ber stasyona trenê civiyan, êrişên dagirkeriyê bi dirûşmeyan protesto kirin.

Siyasetvan Emrûllah Bîngol got, “Dewleta Tirk a dagirker her roj êrişî Kurdistanê dike. Di van êrişan de çekên navneteweyî qedexe, bi kar tîne. Li gel vê jî wê li pêşberî berxwedana gerîla winda bike. Îro Kurd û dostên wan li her derê cîhanê li qadan in. Heta ku ev êriş rawestin em ê li qadan bin."

FRIBOURG: Kurd înternasyonalîstên ji Kantonên Bern û Bielê jî tevlî çalakiya li bajêr bûn. Çalakiyê li ber Fribourg Bahnhofê dest pê kir.

Siyasetmedarê Necdet Atalay li ser navê Kurdan got, divê Kurd jî mil bi mil li gel gerîlayên ku Kurdistanê diparêzin bin, û xaka pîroz biparêzin.

ZURICH: Kurdistanî û dostên wan li Werdmuhleplatzê hatin cem hev û heta Helvetiaplatzê bi dirûşmeyan meşiyan. Wan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê şermezar kirin.

Wekî din li Swîsreyê bi heman armancê li Cenevre, Lûzern, Bellinzona û St. Gallenê jî çalakî hatin lidarxistin.

Wekî din li welatên din ên Ewrûpa, li gelek welatên Skandînavyayê jî meş û çalakiyên Defend Kurdisrtanê hebûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

Dengê hezaran li Londonê bû yek

Li paytexta ingilîstanê Londonê, komên înternasyonalîst û Kurd bi hev re gotin “Kurdistanê biparêze” û peyama “Em ê faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin” da. 
Gelek ciwanên Kurd bi bi cilûbergên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn û ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê dexistin jî îmze hatin berhevkirin. 
Meş ji ber avahiya BBC´yê dest pê kir û heta bi rêya avahiya serokwezîr lê Downing Streetê dewam kir. 
Li ber avahiya serokwezîr bang li hikûmetê hat kirin da ku êdî sîlehan nefiroşe dewleta Tirk. Wan her wiha xwest, ji ber ku dewleta Tirk sîlehîn kîmyewî bi kar anîne, ceza û mueyîde li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.

LONDON

Parastina Kurdistanê Parastina jiyanê ye

Li Meksîkoyê (paytexta Meksîkayê; Mexico City) ji bo piştgiriya bi miletê Kurd re gelek kom û rêxistinên cuda bi hev re resmekî mezin ê dîwar xêz kirin. Bêhtirî deh kesan li başûrê bajêr li ofîsa şaredarê semta Tlahuacê çalakî da destpêkirin. 

Gava ku resm dihat xêzkirin jî kom û rêxistinên cuda daxuyaniyên li dijî şerê bermberî Konfederalîzma demokratîk û sîstema kapîtalîst xwendin.  

Di dema çalakiyê de timî slogana “Parastina Kurdistanê, parastina jiyanê ye” hat gotin. 

Di çarçeoveya Defend Kurdistan de li seranserê Emerîka Latîn çalakiyên piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd re hatin lidarxistin.  

MEKSÎKO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.