DEDAŞ’a kujer giliyê gel kir

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:26

Derket holê ku têlên ceryanê yên li Amed û Mêrdînê bûn sebeba şewatê, li Rihayê jî bûne sebeba şewatê. Tarim Orkam-Sen ku li Rihayê têkildarî mijarê rapor amade kir, destnîşan kir ku şewat ji ber çirûskên ku ji têlên ceryanê diçin, çêbûye û 57 donim genim ji ber vê bûye arî û maye. 

Di şewatê de ya di navbera Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de çêbû, 14 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî şewatê, çirûskên ku ji trafo û têlên ceryanê dipijiqin û dibin sedema şewatê, careke din bûn rojev. Li gor daneyên Komeleya Daristanan a Tirkiyeyê (TOD), ji şewatên di sala 2021'ê de çêbûne 124 jê ji ber tesîsên enerjiyê çêbûne. 

Ji ber trafo şewat çêbûye

Di 9'ê Hezîranê de li taxa Alkanli ya Eyyûbiye ya Rihayê, çirûskên ji trafota ceryanê pijiqîn bûn sedema şewatê. Ji ber vê, 56 donim zevî şewitîn. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çandinî, Daristan, Hawirdor û Sewalvaniyê (Tarim Orkam-Sen) a Rihayê, têkildaîr mijarê raporek amade kir.  

Di raporê de ya hatî belavkirin, hat destnîşankirin ku tevî giliyên gundiyan jî trafo nehatiye tamîrkirin û ji ber vê gelek caran şewat çêbûye. 

Ji bo trafo rakin serlêdan kiribûn

Ji şêniyên taxê cotkar Muslum Polat ê ku ji Rojnamevanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahîn re axivî, anî ziman ji bo trafoyê li nava zeviyê wan bê rakirin gelek caran serî li DEDAŞ'ê dane û got: "Tim çirûsk jê diçûn. Ji ber vê di 9'ê Hezîranê de şewat çêbû. Trafo, ceryanê dide 7-8 malan. Lê trafo kîlometreyekê dûrî van malan e. Herî dawî me çend caran gilî kir. Beriya şewata 9'ê Hezîranê 3 carên din jî şewat çêbûbû. Me jî telefonî xeta îxbarê kir. Piştî ku me gilî kir, gotin em ê çêbikin. Lê piştî 3 rojan 56 donim genimê me bû arî û ma. Em xisirîn, paşê hatin çêkirin." 

10 caran li DEDAŞ’ê geriyane

Serokê Şaxa Tarim Orkam-Senê ya Rihayê Hasan Aslan, anî ziman ku roja bûyerê çûne zevî kontrol kirine û bi tesudufî rastî zeviya şewitî hatine û dest bi lêkolînê kirine. Aslan destnîşan kir sedema şewatê çirûskên êgir ên ji dîrekên ceryanê yên nehatine kontrolkirin e û got, "Gava em li wir bûn me dîmen girtin. Di dîmenan de jî kifş e ku çawa çirûsk jê diçin. Beriya vê bûyerê bi 10 rojan gundî telefonî DEDAŞ'ê kirine." 

Divê tim were kontrolkirin

Aslan bilêv kir têkildarî mijarê raporên îtfaiyeyê jî hene û got: "Ya divê bê kirin, ew e ku tim dîregên ceryanê bên kontrolkirin."  

DEDAŞ’ê der barê welatiyê bi navê Î.E. ku gotibû şewata li Çinar-Şemrexê ji ber têlên ceyranê derketiye, gilî kir. 

DEDAŞ’ê giliyê gilîdar kir

Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dîsa têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê daxuyanî da. DEDAŞ’a ku her kes wê berpirsiyarê şewatê dibîne, carek din îdia kir ku şewata li Çinarê û Şemrexê ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye. Tevî ku Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Munîr Karaloglû daxuyand ku wan tespît nekiriye şewat ji ber çi derketiye jî lê DEDAŞ daxuyanî li ser daxuyaniyê dide. DEDAŞ'ê daxuyand ku der barê welatiyê bi navê Î.E. ku gotibû ceyran ji ber têlên ceyranê derketiye de, gilî kir.  

DEDAŞ’ê îdia kir ku wan li cihê şewatê lêkolîn pêk aniye û şewat ji ber “şewitandina pirêzeyan” derketiye û carek din xwest xwe bi vî awayî biparêze. DEDAŞ’ê ragihand ku parêzerên wan ji sûcê “belavkirina agahiyên derew” der barê Î.E. yê ji gundê Tobiniyê ya Çinarê ye gilî kirin e. 

Şewat şeva 20’ê hezîranê ji gundê Tobiniyê dest pê kiribû û li gundên herêmê belav bûbû. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.