- Emîne Pektaş û keça wê Awesta Pektaş li Hanauyê namzetê meclîsa şaredariyê ne. Ji bo herduyan jî Kurdî û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê pirr girîng e. Her du jî dixwazin Kurd û koçberên din dengê xwe di hilbijartinê de bi kar bînin.
DENÎZ BABÎR
HANAU
Yekşema bê li eyaleta Hessen a Elmanyayê hilbijartinên cihî hene. Di nava namzetan de gelek Kurdistanî jî hene. Li bajarê Elmanyayê Hanauyê jî Emîne Pektaş a ji Kurecikê û keça wê Awesta Pektaş ji lîsteya Partiya Çep (Die Linke) namzetên meclîsa şaredariyê ya bajêr û herêma Hanauyê ne. Emîne Pektaş ji sala 1976´an ve li Elmanyayê dimîne û bi xwe bawer e ku wê bê hilbijartin.
Emîne Pektaş ji mêj e ku di nava Die Linke de çalak e. Ew dibêje, "Ji sala 2006´an ve di desteya rêveber a Partiya Çep a Hessenê de me. Ji 2011´an ve di meclîsa şaredariyê de me. Sala 2013´an ez namzeta parlamenteriya eyaleta Hessenê ya Die Linke bûm. Tevî ku min du caran li partiya xwe deng girtin jî, di rêza 9´an de di lîsteya yedek de mabûm. Niha ji bo meclîsa şaredariyê di lîsteya Die Linke de di rêza 2´yan de me û ji bo meclîsa herêma Main-Kinzingê jî di rêza 5´an de di lîsteyê de me."
Ji bo nifşên piştî wê
Ew dixwaze nifşê nû karibe mînakê ji nifşê wê bigire: "Bi ya min ji bo ku nifşê bê, mînakê bigire, ev muhim e. Li vir dixwînin, li vir dijîn, li vir dixebitin, bi ya min li vir divê gotina wan jî hebe. Em nifşê duyem neçarî kar û barê nifşê yekê bûn. Pirr tade li nifşê me kirin. Berpirsiyariya nifşê piştî me jî li ser milê me bû. Mirov dixwaze xwe û miletê xwe îsbat bike, bibe mînak ji ciwanan re… Divê em bikin ku ciwan di siyasetê de cihê xwe bigirin."
Emîne Pektaş 5 salî çûye dibistana dewleta Tirk û tê bîra wê çawa ji ber ku bi Tirkî nezaniye, mamoste lê dixist: "Mamoste her sibeh li me dixist, digot, hûn çima bi Kurdî deng dikin. Bihîstiye em li malê bi Kurdî dipeyivin. Ji ber ziman gelek tade li min bû."
Çar keçên wê hene û ew bi zarokên xwe re hîç bi Tirkî napeyive. Bi Kurdî û bi Elmanî bi wan re dipeyive.
Emîne Pektaş alîkare hesabker e, 35 salî perwerdeya xwe temam kiriye.
Bang li Kurdên dîasporayê
Emîne Pektaş bang li hilbijêrên Kurd ên li Dîasporayê dike, dixwaze ciwan di nava partiyên siyasî de bi awayekî birêxistinkirî cihê xwe bigirin. Ew bang li hilbijêrên Kurd û koçber jî dike da ku di hilbijartinan de dengê xwe bidin: "Bila di hilbijartinan de cihê xwe bigirin. Ciwanên me yên koçber, namzetên me bila bên hilbijartin, da ku sibe, dusibe partî me cidî bigirin. Heger xebateke baş bê kirin, partî wê me bêhtir bibînin. Li Elmanyayê bêhtirî milyonek Kurdî hene. Heger xwe îsbat bikin, dikarin ji her partiyê bên hilbijartin. Bila namzetên me ji partiyên em tê de bên hilbijartin."
Li ser şopa dayika xwe
Keça wê Awesta Pektaş a 22 salî jî namzeta Die Linke ye. Ew pirr çalak e û bi xwe bawer e ku bi xebata xwe ya zêde wê karibe bikeve meclîsa şaredariyê. Ew xwendekara beşa psîkolojiyê ye. Ew dibêje, "Em êdî dixwazin li Ewrûpayê di her warê jiyanê de hebin, xwedî mafê hilbijartinê yê aktîf û pasîf bin, weke kesên li vir bicihbûyî di meydana siyasî de xwedî gotin bin."
Ew bi bîr dixe ku dayika wê ji 2006´an ve di Die Linke de siyasetê dike û wiha dewam dike: "Ez bi karên dayika xwe serbilind im. Ji ber wê, ez dixwazim li ser şopa dayika xwe bimeşim."
Divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe
Ji bo Awesta Pektaş zimanê dayikê jî gelekî girîng e: "Ez dixwazim xelkê hestiyar bikim di warê demokrasî û jiyana wekhev de. Sermeselê, divê her zarok karibe li dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê bê perwerdekirin. Zanîngeh divê belaş bin. Dergûşxane û navendên miqatebûna li zarokan divê belaş bin."
Di siyaseta wê de xisûsekî din ê muhim, dijberiya nijadperestiyê ye, ew dibêje, divê li dijî dijminahiya xerîban û nijadperestiyê mirov têbikoşe. Ji bo vê jî ew bang li her kesî dike da ku dengê xwe di hilbijartinan de bi kar bîne.