Dê ‘Komîsyonên aştiyê’ ava bikin

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 02:50

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar bal bir ser Komîsyonên aştiyê û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Em plan dikin ku bi beşdariya jin û dînamîkên cuda yên civakê ‘Komîsyonên aştiyê’ ava bikin û di vê çarçoveyê de xebateke hevpar bimeşînin."

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê û pêvajoya heyî axivî. 

Komîsyonên aştiyê

Arîfe Çinar, bal bir ser Komîsyonên aştiyê û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê kir. Divê derdorên cuda di vê pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Em plan dikin ku bi beşdariya jin û dînamîkên cuda yên civakê ‘Komîsyonên aştiyê’ ava bikin û di vê çarçoveyê de xebateke hevpar bimeşînin. Em ê tevî rêxistinên civaka sivîl, yên baweriyan û bi gelê xwe re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Plana me heye ku ji bo vegotina aştiyê li Stenbolê xebatekê bidin destpêkirin. Dê çalakiyeke me hebe û amadekariyên wê di demeke nêz de dest pê bikin.” 

Destûreke bingehîn a demokratîk 

Arîfe Çinar, destnîşan kir ku gavên dewlet divê biavêje hene û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pêvajo tenê li ser AKP-MHP’ê nameşe. Divê hemû partiyên siyasî tev li bibin. Partiyên li Meclisê û derveyî Meclisê divê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Bi hezaran girtiyên siyasî hene û divê girtîgeh bên valakirin. Ya herî girîng jî divê destûreke bingehîn a demokratîk bê avakirin.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.