Dayikên aştiyê hatin bibîranîn

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:28

Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Sosin Akçelîk û parêzerên wan Cîhan Akçelîk û Erdal Safali yên ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê çûbûn Wanê û 22’yê Tebaxa 2023’an di vegerê de qeza kiribûn li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Malbatên Akçelîk û Safali ji bo bîranîna kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Gundê Dirbêsan ê li ser rêya bajaroka Bajêrge kaniyek çêkirin. Girse ewilî tev li vekirina kaniyê bûn. Li vir li ser navê şandeyê Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi axivî û got, “Ev kes ji bo me di vê rêya pîroz de şehîd in. Ji ber vê sîstema qirêj jiyana xwe ji dest dan û xwedê qebûl neke.’’

 Dû re girse derbasî gundê Şahê yê girêdayî bajaroka Bajêrge bûn û li wir Sosin Akçelîk, Cîhan Akçelîk û Erdal Safali li ser gorên wan bi bîr anîn. Li vir li ser navê malbatê Husret Akçelîk axivî û xêrhatina mêvanan kir. Akçelîk, da zanîn ew ê tekoşînê bidomînin.

Em dev ji doza wan naqerin

 Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez jî mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku her dû malbat jî gelek bi nirx û qîmet in. Sevmez got,“Hevalên me dixwestin li ser axa xwe azad bijîn. Lê me dît ku hiqûqa wan jî kujer e. Gava mesele dibe Kurd bi hemû saziyên xwe ve zilmê dikin. Ev dayik û parêzerên me şehîdên azadiyê û aştiyê ne. Em soz didin malbat û gelê xwe ku em ti caran dest ji doza dayikên Sosin û Edalet û parêzer Cîhan û Erdal bernadin. ‘’ 

Qurnefîl danîn

Piştî axaftinan gireyê qûnefîl danîn li ser gorên Akçelîk û Safali û ber bi gundê Memkawa ve bi rê ketin. Herî dawî girse derbasî gundê Memkawa bûn û li vir jî Dayika Aştiyê Edalet Safali bi bîr anîn. Girseyê ewilî li vir jî ji bo şehidên demokrasiyê deqeyek rêz girt û soza mezinkirina tekoşînê dan. Herî dawî jî qûrnefîl danîn li ser gora Safaliyê û bernameya bîranînê bi dawî bû.

MA/COLEMERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.