Dayîkên aştiyê: Em serî natewînin

Pêncşem 16 Çile 2025 - 02:50

Li dijî girtina Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hikmet Bakirhan ên di bin rêveberiya DEM Partî de hatin girtin û tayînkirina qeyûman berxwedana gel didome. Di çalakiya nobedê ya ku bi girseyeke mezin pêk tê berxwedan her roj digihîje qonaxên cuda. Dayikên Aştiyê yên ku nobetê digirin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar diyar kir ku ew li dijî zilm û qeyûman derketin qadan û got:“Me mal û milkê kesî nedizî. Me bi zorê şaredariya kesî negirt. Weke kurd me bi tirk û ereban re şaredarî bi dest xist. Em ne diz û ne jî çete ne. Îro şaredariya me bi darê zorê girtin, mafên kurdan, bi taybetî jî ya dayikan ji destên wan distînin. Mafê tu kesî nîne vê bike. Duh jî polîsan îşkence li dayikan kiribû. 2 dayikên me rakirin nexweşxaneyê. Li cîhanê binerin, mînakek wisa tune. Binêrin, polîsan li dora me dîwarek ji goşt çêkiriye. Ev ne hûn in, dîwar e, hûn çi bikin jî em ê wek dayik dengê xwe yê aştiyê bilind bikin. Tişta tê kirin şerm e, guneh e. Gelê Kurd hê jî li ber xwe dide. Em ê vîna xwe biparêzin heta ku hevserokên me bên ser karê xwe. Ger hevserokên me diz û sextekar bûna ev yek nedibû. Bi pêkanînên keyfî me ditirsînin. Hûn zarokên me dikujin, em dibêjin aştî; hûn şîdetê bikar tînin, em dibêjin aştî; Hûn mafên me distînin, em dibêjin aştî. Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Ez 65 salî me û ez dixwazim mîna mirovan bijîm."

Em ê berxwedanê bidomînin 

Dayika Aştiyê Emîne Seyhan jî got:“Em ê mafên xwe yên kurdan biparêzin. Em heta dawiyê li vir in, em ê mafên xwe biparêzin. Her tişt ji bo gelê me ye. Li dijî zilmê em li vir in, em ê bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Em ê serî netewînin, çok nedin, em ê zêdetir bixebitin." Hanîfe Ûmît diyar kir ku gel di bin zilmê de ye û got:“Me bi keda xwe şaredarî girt. Tişta ku em heq dikin em ê ji wan paşde bistînin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li vir in. Ez ê li vir berdewam bikim."

JINNEWS/PELŞÎN ÇETÎNKAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.