• Li Kobanê perwerdehiya zimanê Kurdî ya 45 rojan a dayikan bi dawî bû û wan bi kelecan karneyên xwe wergirtin.

Li Kobanê perwerdehiya zimanê Kurdî ya 45 rojan a dayikan bi dawî bû û wan bi kelecan karneyên xwe wergirtin.

Li gundê Gewrik Hebîb ê Kobanê perwerdehiya zimanê Kurdî ya 45 rojan ya ji bo dayikan, bi dawî bû. Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Muslim têkildarî girîngiya zimanê Kurdî di merasîma karnedayînê de got: “Dijmin beriya her tiştî êrişî ziman dike û dixwaze ziman tine bike.”

Rêveberiya Şaredariya Navçeya Til Xezalê, Narîn Firat jî got, “Dijmin hewl dide bi rêya ziman civakê tine bike. Têkoşîna li hemberî vê yekê ew e ku em zimanê xwe bixwînin û dayikên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin.”

ANF/KOBANÊ