Dayika Zergê jiyana xwe ji dest da

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 02:40

Zerge Cinêd li Kobanê tê naskirin. Dayika şervanê tevgera azadiyê ya Kurdistanê Osman Behaûdîn ku li Rûbarokê sala 1992`yan şehîd bûye, Mistefa, Helîme û Kîfah Behaûdîn e ku di komkujiya Berxbetanê de bi destê çeteyên DAÎŞ'ê sala 2015'an şehîd bûne. Dapîra şehîd Jiyana Behaûdîn û Aras Cinêd e, ku şervanên YPG'ê bûn. Zerge şahida komkujiya Berxbetan bû ku DAÎŞ'ê Hezîrana 2015'an kir û di encamê de 28 kes şehîd bûn. Wêneya wê ya demê hatiye kişandin dema çek rakiriye, bû sembola berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.