Dayê Emîne nobeta xwe dewam dike

Şemî 3 Hezîran 2023 - 00:19

Emîne Şenyaşar ji bo zarokên xwe û hevjînê xwe yên ku sala 2018’an li Rihayê xizm û parêzvanên parlamenterê berê yê AKP´ê Ibrahim Halil Yildiz ew qetilkirin, Nobeta Edaletê didomîne. Wê xwest ku êdî dawî li zilmê were.

Komkujiya AKP´yiyan 14’ê Hezîrana sala 2018’an li navçeya Rihayê Pirsûsê qewimîbû. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê niha parlamenterê Partiya Çep a Kesk, Ferît Şenyaşar ê ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobet di roja 803’yan de didome. Ferît Şenyaşar ji ber ku di çarçoveya xebatên parlamenteriyê de li Enqereyê bû, dayê Emîne Şenyaşar nobeta edaletê li ber Edliyeya Rihayê dewam kir. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê piştgirî dan çalakiyê.

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de got, kurekî wê jî ev 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin û wiha peyivî: "Êdî bes e, bila kurê min berdin, em jî biçin mala xwe. Êdî ev der bûye mala me. Lê heta kurê min neyê berdan, em ê çalakiya xwe ya nobeta edaletê bidomînin. Ferît dê li Enqereyê ez jî li ber edliyeyê ji bo edaletê em ê rûnin. Ti sûcê kurê min tine ye, êdî bes e bila bê berdan. Me pir zilm dît, êdî bes e bila ev zilm bidawî bibe." 

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.