Endama Koordinasyona KJAR’ê Ciwana Sine, derbarê raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji ajansan Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Ciwana Sine got, raperîna 3 mehên xwe temam kirin, esas şoreşeke bi pêşengiya jinan e.
Ciwana Sine derbarê daxwazên Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên di vê raperînê de got; “Daxwazên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, daxwazeke bîrdozî, siyasî, dîrokî, çandî û pirrengî ye. Serhildana ku bi pêşengiya Jinan tê kirin, şeqamekê li rûyê pergala mutleq a Welayeta Feqîh dixe. Pergala yekdest a Welayeta Feqîh, 43 sal in, zihniyeta zayendperest û nijadperest li ser civakê ferz dike. Rakirina vê tarîtiyê, daxwaza herî bingehîn a jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye.
Dema ku mirovan ji bo jiyanê; girtin, mirin û sêdare da ber çavên xwe, hingî ev yek dilsoziyeke mezin a bi jiyanê re ye. Jiyaneke ku hêja ye; giyan jî di ber de bê fedakirin. Bêguman ev gera li jiyaneke azad e. Guhertina esasî di pênaseya jiyan û azadî de li wê serhildanê diyar bû. Yanî daxwaz û lêgerîn ne pêkanîna reform û tawîzê ye. Ya tê xwestin guhertina paradîgmatîk e.
Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine, derbarê wateya dirûşmeya Jin jiyan azadî de got; “Dirûşma 'Jin jiyan azadî' ji bo me jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê her wiha ji bo tevahiya civakê nûbûn e. Şoreşa 'Jin jiyan azadî' vê rastiyê dihewîne û rêya rast a têkoşîna wê diyar dike.
Zilam jî li gel jinan şer dikin
Ciwana Sine di dewama axaftina xwe de got; Yek ji taktîkên desthilatdariya Îranê ev bû ku her tim civakê bi nakokiyên zayendî, neteweyî, çandî, bawerî û çînatiyê mijûl bike, krîzan giran bike û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Ev nakokî û dûrketina ji hev ji malbatê û di têkiliyên jin û mêr de dest pê dike. Ji têkiliyeke demokratîk zêdetir pêwendiyeke desthilatdariyê ye. Şoreşa 'Jin jiyan azadî' xwedî wê taybetmendiyê ye ku van nakokî û dûrketina ji hev, ji holê rake. Mîna ku em dibînin, pêkhate hemû li meydanan in û li hebûn û wateya jiyanê digerin. Zilam jî li çeperan li kêleka jinê li civakîbûnê digere.
Hem serhildan e, hem şoreş e
Ciwana Sine derbarê pênaseyên serhildan yan jî şoreşê de got, “Pêvajoya heyî hem serhildan e, hem jî şoreş e. Ji ber ku civakê li ber polîtîkaya desthilatdariyê ya jinkujiyê, serî hilda. Di heman demê de bi vê serhildanê re gelek guhertinên bingehîn çêbûn. Ji diyarkirina daxwazên civakê heta bi dirûşman, ji dengê meydanê heta pirrengbûna çalakiyan, ji xwedîderketina li şehîdan heta bi yekgirtina neteweyan, nûbûnê di mejî û aso de diyar dike. Ev yek bi xwe, gerandin û afirandina felsefeya ji bo jiyanê ye. Yanî ev jî şoreş e.
Berxwedanê mezin bikin
Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sine derbarê guhertinên ku serhildanê di desthilatdariyê de pêk bîne jî got; “Bi helwêsta raya giştî ya cîhanê, zextên hêzên derve û pêkanînên siyasî, aborî û leşkerî re herçend hin gavên lîberal bi desthilatdariyê hatibin avêtin jî ji bo zext û darvekirinê rawestînin, têrker nîne.
Helwêsta ku malbatên şehîdan li ser cenazeyan nîşan dan, soza serketinê ye. Vê îradebûn û xwebûnê tirs xiste nava desthilatdariya Îranê. Xala ku pêwîst e gelên Îranê û hemû pêkhate pê bawer bin, mezinkirin û xurtkirina vê berxwedanê ye. Jin, ciwan, dayikên aştiyê, mamosteyên ayînî, xwendekar, hunermend, rêxistin û çalakvanên mafên mirovan, partî û eniyên siyasî li welat û her çar beşên Kurdistanê divê bi xurtkirina eniyên hevbeş, dengê şoreşê bilindtir bikin.
Ji bo gihandina şoreşa gelan a bi encamê, divê jin bi eniyên hevbeş û yekgirtî biafirînin. Bi têkoşîna hevbeş her warê jiyanê bi rêxistin bikin. Jinên rêxistinkirî civaka rêxistinî ye. Civaka rêxistinkirî jî neteweya demokratîk e. Peyama şoreşê jî ev e.”
NAVENDA NÛÇEYAN