Daxwaza dîtina Rêber Apo kirin

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:30

Hemwelatiyên ji bajarên Dirbêsiyê û Holê daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin:” Em careke din daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan dubare dikin.”

Hemwelatiyên ji bajarên Dirbêsiyê û Holê daxwaza xwe ya bi dîtina Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman. 

Jina bi navê Şerîfa Hisên a ji bajarê Dirbêsiyê bi kelecan daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan sembola aştî û azadiyê ye. Ez pir dixwazim Rêbertî bibînim. Em dixwazin di nav me de bijî. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe gelê kurd vejand. Ji lewma em deyndarên wî ne.”

Jina bi navê Cîhan Derwîş jî li ser mijarê hestên xwe wiha anîn ziman: “Em mezin bûn û bi me re bêrîkirina dîtina Rêber Abdullah Ocalan mezin dibe. Ji bo doza gelê Kurd berxwedanek mezin nîşan da, Rêbertî ji bo gelên herêmê sembola aştî û armaniyê ye. Em careke din daxwaza xwe ya dîtina Rêber Abdullah Ocalan dubare dikin.”

Nûra Seyîd jî di der barê daxwaza xwe ya dîtina Rêber Apo de diyar kir ku: “Rêber Abdullah Ocalan bi raman û bîrdoziya xwe nûnertiya jiyanê dike. Bûye zêdetirî 50 salî têkoşîn dike. Em bi eşqeke mezin dixwazin Rêbertî bibînin.”

Jina bi navê Wîsal Salih a ji bajarê Holê der barê mijarê de got ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan têkoşiya û azadiya xwe ya fîzîkî feda kir, ku gelên herêmê bi azad bijîn.

ANHA/ CAN ILÊWÎ – ELÎ EL SULTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.