Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo tê kirin, di hefteya 432'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî Kurdistaniyên bi navê Mehmet Çoban, Muslum Kûş, Fevzî Ozçelîk û Selîm Oltan ên ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ne.
Bi navê koma vê hefteyê ya çalakiyê Mehmet Çoban daxuyaniyek da û got, "Dibe ku Rêberê me fîzîkî ne li vir be, lê belê nêrîn û îdeolojiya wî bi me re ye. Nêrînên Rêberê me ku 21 sal in dîl girtî ye her sal ji aliyê bi milyonan kesî ve tê pejirandin."
Berdevkê komê wekî din îşaret bi êrişên li ser HDPê kir û got: "Rastiyek li tevahiya dinyayê heye, ew rastî jî ew e ku tirsonek timî têk diçin."
Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku ji bo azadiya Rêber Apo tê li darxistin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve dewam dike.
ANF/STRASBOURG