Li Dêrsimê, agirê ku leşkerên Tirk ên dagirker bi daristanê xist, belav dibe. 

Leşkerên dewleta Tirk 17'ê Tebaxê li gundewarên navçeya Xozadê agir bi daristanê xist. Ev şewat paşê li gundên ser bi navçeya Pulurê belav bû, û hîna jî dewam dike.

Ji ber nerazîbûna raya giştî, piştî 13 rojan hewldana ji bo vemirandina şewatê dest pê kir. Doh jî li deverên Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Munzurê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanê ket.
Şewata li Geliyê Munzurê bi bandora bê, zû belav dibe. Doh serê sibehê, xelkê herêmê li gel tîmên arkuj ên Şaredariya Dêrsimê dest bi vemirandina şewatê kir.

Şewata li Geliyê Pîlemuriyê jî ev du roj in dewam dike û heta niha ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.

Derewên eşkere û fotomontaja AKP'ê 

Li aliyê din dewleta Tirk û xasma AKP´ê dest bi derewan jî kir. Serokê rêxistina AKP´ê ya Dêrsimê Sercan Ozaydin di ser hesabê xwe yê twitterê bi wêneyê bi fotomontaj îdîa kir ku dewleta Tirk, hewl dide şewatê vemirîne. Di wêneyê bi fotomontajê de balefireke agirkuj xuya dike.

DÊRSIM