Darên mîwe ji kokê birrîn
Sêşem 11 Tîrmeh 2023 - 01:49
Li gundê Xûlepûr ê navçeya Xîzan a Bedlîsê dewleta Tirk a dagirker, qedexeya derketina derve ragihandibû. Li gund, hêzên dagirker bi maşînên kar bi sedan darên findiqan û fêkiyan ji kokê rakirin.
Di dema qedexeya derketina derve ya li 10 gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê de yanî ji 2'yê Tîrmehê heta 7 Tîrmehê, hêzên dewleta Tirk bi maşînên kar bi sedan dar ji kokê rakirin. Ji gundê Xûlepûrê Mehmet Sakî Altûn anî ziman ku dewletê bi maşînên kar bi sedan darên wî yên findiqan û yên fêkî ji kokê rakirine.
Altûn got, di dema qedexeyê de bi dehan maşînên kar anîne gund û wiha peyivî: "Piştî ku qedexê dest pê kir, avêtin ser mala apê min. Piştî avêtina ser malê, bi kepçeyan ketin nav zeviyên me. Bi sedan darên me yên findiq, gûz û sêvan talan kirin. Di nava çend saniyeyan de 30 donim erd serûbinî hev kirin. Divê şandeyek were gund, lêkolînê bike. Divê cîhan vê heqaret û zilmê bibîne. Me debara xwe bi van daran dikir. Armanca wan, zirarê bidin me û xwezayê."
Altûn anî ziman ku bi van zextan koçberî li ser wan tê ferzkirin û got: "Em debara xwe bi van baxçeyan dikin. Darên me yên 100, 80, 70 salî ji kokê rakirin. Qaşo ji bo rêya xwe vekin wiha kirine. Halbûkî li her du aliyên baxçe rê heye. Darên me yên gûz, findiq û sêvan talan kirin."
Mehmet Sakî Altûn da zanîn ku ew ê gilî bike.
BEDLÎS