- Pêşangeha “Odeya Bîrê” ya Ahmet Guneştekîn ku di 16’ê Cotmehê de li Birca Bizinan bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê dest pêkir, hat protestokirin.
Pêşangeha “Odeya Bîrê” ya Ahmet Guneştekîn ku di 16’ê Cotmehê de li Birca Bizinan bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê dest pêkir, hat protestokirin.
Ciwanên ku pêşangehê protesto kirin gotin: “A li vir hatiye kirin ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî nirxên gelê Kurd û nirxên gelê Amedê.
Darbestên di bin navê pêşnagehê de tên nîşandan, cinayetên kiryar nediyar in. Wezîra Karên Navxweyî ya wê demê Meral Akşener, çeleng şandiye ji pêşangehê re. Hem qetil dike, hem jî vê yekê bi çelengan pîroz dike. Pêşangeh bi stranên Kurdî hatiye vekirin, lê di demeke ku Kurdî qedexe bû, mirov sirf ji ber ku Kurd bûn hatin qetilkirin.”
Ciwanan di protestoya xwe de gotin heger bi rastî jî dilê we û dîtina bîrê hebe, li Sûra mêze bikin bes e. Ciwanan got; “Xaniyên me hatin xerakirin, lê rabûn li şûna wan xanîyên tu eleqeya wan bi Sûrê re tine ne çêkirin. Lewma a tê kirin ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî hemû nirxên me.”
Ciwanan piştî berzkirina dirûşmeya “Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derkeve” hin darbestên pêşangehê ji bircê avêtin xwarê.
MA/AMED