Dans û Rîtma jinên Ganayî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Çile 2022 - 22:03

  • Gelek hunermend ji fîgûrên sabît hez dikin û li ser tuwalê xêz dikin.

Gelek hunermend ji fîgûrên sabît hez dikin û li ser tuwalê xêz dikin. Lê hunermenda Ganayî, Betty Acquah fîgûrên xwe ji wê rûtînê derdixe û wan di nav çalakiyekê de ango tevgerekê de nîşan dide. Nexasim jî dans û rîtma jinên Ganayî bi rengên zindî nîşan dide û gava mirov li wêneyên wê dinihêre, ji mirov we ye, li dîmenên zindî temaşe dike. Ewqasî zindî û xweşik in.

Ev stîla Betty Acquah stîleke xwerû ye, lê bivêneve wêneyên Van Gogh jî tîne bîra mirov, ji lewre darbên firçeyên wê yên li ser tuwalê li dor fîgûrên wê û mijara ku neqandiye dizîvirin û ber bi quncikên tuwalên wê ve li dor hev digerin. Ev stîla wê jî dike ku tabloyên wê zindîtir bên xuyanê. Jixwe, mijarên wê yên sereke dans û jin in. Ango jinên ku dans dikin û direqisin. Bi vî awayî wê enerjiya fîgûrên xwe jî baş derxistiye holê û kompozîsyonên bi tevger ava dike. Wê herî zêde bala xwe daye ser rengê sor û bêhtir rengê sor bi kar tîne di tuwalên xwe de. 

Li hêleke din wê xwestiye çanda jinên Ganayî û rêûresmên wan ên berê jî nîşan bide. Ji ber wê jî cilûbergên neteweyî li wan dike û wan bi van cilûbergan resm dike. Di wêneyên wê de jin her li pêş in. Kuaba Gallery ya li Emerîkayê piştevaniya Betty Acquah dike. Galerî dibêje, “Jin li dewleta Gana qehremanên veşartî ne. Jinên ku ew disêwîrîne û diresmîne jinên wêrek yên Ganayî ne.” 

GANA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.