Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser çareserî û bipêşveçûna şoreşa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşniyazên xwe bi danezaneke nû bi raya giştî re parve kir. Ev pêşniyaz ji bo hêzên muxalifên rejîmê ne da ku çareseriyeke demokratîk a li Îranê mumkin be. Xisûsên sereke yên di van pêşniyazan de ev in: 

- Pêwîst e xwedî li naveroka şoreşa jinê ya bi pêşengtiya jinê destpê kirî derkeve. Hewl bê dayîn ramanê azadiya jinê bê parastin, hemû ferdên civakê yek bi yek bên perwerdekirin.

- Xwedûrgirtin li neteweperestî û etnîkgerî. Li peyxwehiştina olperestî û mezhebparêziyê.

- Pêwîst e têkoşîn ne ‘navendî’ be, li ser esasê xwerêveberiyên herêmî û navçeyî be.

- Ji bo bidestxistina mafê yeksan ê her netewe û pêkhate, rêgaz, ol mezhebê têkoşîn bê kirin. 

- Azadiya dîn, mezheb û baweriyan hemûyan divê bê misogerkirin.

- Pêwîst e hêzên şoreşger bi gotin, kiyar û reftar bidin nîşan ku parastina maf, bê cudahî bi rêznîşandana ji ol, netewe û rêgezê re dibe. 

- Pêwîst e li ser esasê yekîtî û yekgirtîbûnê bê cêwazî di navbera hêzên şoreşger û damezirandina platformên gel de yekgirtîbûn û hemahengî hebe. Hewldan ji bo sîstema xwerêveberiyê yê bin.

 

Têkildarî karûbarên têkoşîna gelê Kurd 

- Pêwîst e bê şert û merc rola yekalîkirin û pêşengtîkirina jinan di nava şoreşa gelê Kurd de.

- Bicihanîna demokrasiya rasterast û radîkal, bicihanîna sîstema xwerêveberiyê ya li nava hemû sazî û dezgehên civakê, gelê Kurdistan û redkirina her cûre serweriya ziman, ol û mezhebî.