• Ti kes îro bi maneya bikaranîna sembola Firaweher di dema Zerdeştiyan de nizane. Şiroveyên heyî hemûyan jî mirov dikare weke texmîn, îhtîmal yan jî maneyên îro li sembolê barkirî binirxîne. 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Sembola Firaweher (Faravahar, Firaweştî, Fravartî) ji nav û nîşanên herî belav û naskirî yên Baweriya Zerdeştî ye. Wê sembolê em hemû nas dikin: Xelekek, hevêrkeke du aliyên wê bask, û zilamek di nava xelekê re derdikeve. Di destê vî zilamî de jî xelekek heye. Tevî ku sembol besît xuya dike, maneyên li pişta vê nîşanê tevlîhev in û gelek in. 

Peyva ku îro li Îranê weke Faravahar tê hildan, ji Pehlewî hatiye wergirtin. Lê ew jî ji Avestiya peyvê Fravarane tê. Maneya wê jî gelekî muhtemel e "parêz/parastin" (hingê têkiliya peyvê bi peyva fravartî yan jî fravaşî re divê hebe) be. Hin kes jî îdîa dikin ku maneya wê "min bijart" be. Li gorî vê, elaqeya binavkirinê bi wê hilbijartina kesekî re heye, gava ku ew biryarê dide, bibe Zerdeştî. Lê gava em berê xwe bidin Avestayê, em tê de dibînin ku fravaşî weke ruhên pêşiyan jî hatiye bikaranîn. Bi heman rengî rojên "Frawardigan" yanî rojên ku frawahr (fravaşî) tên ser rûyê erdê jî, elaqedarî "ruhên pêşiyan" in (Binihêre li Turgut 2013). Ji van rûhên pêşiyan dihat hêvîkirin ku paşiyên xwe biparêzin.

 

Mohra Darayê Yekem a li Misrê hatiye dîtin

Lê em li meseleya xwe vegerin. Ev navê Firaweher hîna nû li vê sembolê hatiye kirin. Yanî em nizanin zerdeştiyan berê çi nav lê dikir. Lê em dizanin ku ji bo wan muhim bû. Ji ber ku em li gelek deveran weke xeml, weke verotin, weke mohr û mîsak jî dibînin ev sembol hatiye bikaranîn. Mesela, em li cografyaya Kurdistanê binihêrin, em ê li Bêstûnê vê sembolê bibînin. Ew li ser dîlên Darayê Yekem hatiye xêzkirin gava ku Dara li wan tê rehmê. Li paytexta merasîmên Împaretoriya Hexamenîşî (axamenî) Persepolîsê jî ev sembol heye. Li ser mohrên Darayê Yekem jî mirov vê sembolê dibîne.   

Rolyefên li Bêstûnê

Têkiliya bi Mezopotamya û Misra Kevin re

Lê belê em dizanin ku Firaweher gelekî beriya Împaretoriya Hexamenîş hatiye bikaranîn, qet nebe bi forma hevêrka bi du baskan. Ev sembol li Mezopotamyayê ji mêj ve dihat bikaranîn. Li cem Asûran, xwedawend Aşûr, xwedî semboleke hema hema bi heman rengî bû. Di nava hevêrkê de mirov bi hêsanî tîrêjan nas dike û dizane semboleke rojê ye jî. Di vê sembolê de cihêtiya heyî ya mezin ew e ku zilamê li cem zerdeştiyan ji nava xelekê derdikeve, li Asûra Kevin di nava xelekê bi xwe de hatiye xêzkirin. 

Sembola xwedawend Aşûr

Mirov dikare bibêje ev xelek yan jî hevêrka di sembolan de weke parastineke xwedayî ya şah yan jî melik hatiye dîtin. 

Ev sembol li Rojhilata Navîn hema hema li cem hemû şaristaniyên kevin hebûye. Forma herî kevin a em dinasin, ji serdema Misra Kevin maye, lê di sembola wan de zilam nîne, tenê xeleka bi du baskan heye. Jixwe, ev xeleka hanê jî sembola qursa tavê yanî roj bi xwe ye. Sembol di heman demê de nîşana xwedawendê serî baz yanî Horus e. Ji ber wê yekê em nikarin bi hêsanî hem rengê sembolê û hem jî maneyên wê yên di Zerdeştîtiyê de ji bikaranîna wê ya beriya wê ya li Mezopotamya û Misra Kevin qut bikin. 

Sembola xwedawend Horus

2200 salan nehat bikaranîn

Jixwe, em dibînin ku bi hilweşîna Împaretoriya Hexamenîş re bikaranîna sembola Firaweher jî hêdî hêdî ji holê radibe. Ji sedsala 4´an a beriya mîladê û pê ve ji bilî îstîsnayekê êdî em hew Firaweher dibînin. Ew îstîsna jî Wadfradadê Yekem e ku li herêma Îrana îro ya bi navê Farsê, weke melikekî herêmî di sedsala 3´yan beriya mîladê de hukim kiriye. Tevî ku herêm hingê di bin hukmê Împaretoriya Seleukî de bû, demeke kurt melikên herêmî karîn xweser bin û heta li ser navê xwe pereyên metal derb bikin. Jixwe, li ser pişta pereyekî zîvî yê ku Wadfradadê Yekem ew daye çapkirin, em nîşana Firaweher dibînin: Melik li ber perestgehekê sekiniye û di ser perestgehê re jî Firaweher heye.

Lê paşê hin hêmanên sembolê li nav hunerê Sasaniyan jî xwe didin der, nexasim jî ew xeleka di destê zilamê di nava sembolê de. Li cem Sasaniyan ev xelek sembola tacîdarkirina şah e. Sermeselê, li Taqê Bostan em dibînin ku Ahura Mazda vê xelekê dide Şahê Sasaniya Şapûrê Duyem. 
Ji bilî van îstîsnayan Firaweher heta bi sedsala 20´an êdî nayê bikaranîn. Hîna nû gava sala 1925´an xanedaniya Pehlewî bi Şah Riza Pehlewî hat damezrandin, ev sembol ji nû ve hat bikaranîn. Îro bi xwe jî weke semboleke neteweyî li Îranê mirov dibîne ku tê bikaranîn. Di nava Kurdan de jî ev sembol di dawiya sedsala bihurî de belav bû weke semboleke neteweyî û têkiliya bi Zerdeştîtiyê re hat dîtin.

Maneyên muhtemel ên Firaweher 

Li ser maneya sembolê, çawa min li jor jî îşaret pê kir, lihevkirineke bi giştî nîne. Lê "rûhên pêşiyan" ên ku paşiyên xwe diparêzin, dikare bibe yek ji şiroveyên maneyên wê. 

Şiroveyeke din dibêje, Firaweher sembola Ahura Mazda bi xwe ye. Lê belê di Zerdeştîtiyê de Ahura Mazda (Ohrmazd) yekane xweda ye û mucerred e, nayê terîfkirin; ji ber wê jî mirov dikare vê weke şiroveyeke îro weke mane li sembolê barkirî bibîne.

Şiroveyeke din heye ku Firaweher bi şeş hêmanên wê ve manedar dike. Her hêmanek jî qonaxeke jiyana Zerdeştiyekê/î bi bîra wê/wî dixe. Hêmana yekem zilamê navsere ye ku weke "pîr" tê şirove kirin; yanî ew ruhê insên e, lê di heman demê de zanîna bi tecrûbe bidestketî jî temsîl dike. Destên wî hêmana duyem in: yek ji destan jorê nîşan dide; maneya wê jî yekane tercîha jiyanê heye, ew jî ber bi pêş ve ye. Di destê din de xelekek heye: maneya wê jî dilsoziya bi baweriya Zerdeşt bi xwe ye. Hêmana sêyem ew xelek e ku zilam ji navê derdikeve: Ew yan temsîla gerdûna bêdawî ye yan jî temsîla nemiriya ruh e. Herdu bask hêmana çaran in: ew jî weke nûneriya bipêşveçûnê tên qebûlkirin. Herçî pirtikên baskan in, ew nûneriya fikr, gotin û kirinên baş dikin. Herçî pirtikên dûv in, weke hêmana 5´an ew jî nûneriya fikr, gotin û kirinên xirab dikin. Herî dawî jî herdu tîrêjên li jêr li ser du aliyên pirtikên dûv hêmana şeşan in: Ew jî hêza erênî û nerênî temsîl dikin.

Lê gotina dawî em bikin û bibêjin, ti kes îro bi maneya bikaranîna sembolê di dema Zerdeştiyan de nizane. Ev şiroveyên li jor jî mirov hemûyan dikare weke texmîn, îhtîmal yan jî maneyên îro li sembolê barkirî binirxîne. Heta wextekî -xasma di salên 1990´î de - ev sembol di nava hin Êzîdiyan de jî ji bo demeke kurt hat bikaranîn û îro jî tesîra wê li cem kêm Êzidiyan maye, tevî ku ne semboleke Êzîdiyan e.  

* Lokman Turgut. Ancient Rites and Old Religions in Kurdistan, Studia Kurdica, 2013 Erfurt.