DAIŞ´iyan hem bînin hem dadgeh bikin

În 5 Mijdar 2021 - 23:39

  • Parlamentera eyaletê ya Hamburgê ya ji Partiya Çep, Cansu Ozdemir, ji hikûmeta Elman xwest, welatiyên xwe yên DAIŞ´î yên li Rojava bîne û dadgeh bike.

Parlamentera eyaletê ya Hamburgê ya ji Partiya Çep, Cansu Ozdemir, ji hikûmeta Elman xwest, welatiyên xwe yên DAIŞ´î yên li Rojava bîne û dadgeh bike. Ozdemir ji hikûmeta eyaleta xwe jî xwest da ku zextê ji bo vê li hikûmeta federal a Elman bike.

Li gorî bersiva Parlamena Eyaletê ya Hamburgê daye pêşniyazpirseke Cansu Ozdemir, li nav erdên Rêveberiya Xweser hîna 5 mêr û 3 jinên DAIŞ´î yên ji Hamburgê hene. Ji Çileyê 2020´an ve li gorî berisva parlamenê, 4 DAIŞ´î tevî zarokên xwe vegeriyane Hamburgê. Ji destpêka Cotmehê ve jî 8 jinên DAIŞ´î tevî 23 zarokan Elmanyayê ew anîne.

Cansu Ozdemir a ku her wiha hevseroka koma Partiya Çep a li parlamenê Hamburgê, got, naxwe hikûmet dikare van kesan bîne û wiha dewam kir: “Doza Jennifer W. nîşan da ku  hovîtiya DAIŞ´ê dikare qanûnî bikeve ber cezakirin û hesabpirsîna qanûnî".

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.