DAIŞ’î radestî Spanyayê kirin
Çarşem 11 Çile 2023 - 10:28
Buroya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 13 zarok û 2 jinên DAIŞ’î radestî Spanyayê kir.
Buroyê ragihand ku heyeta Wezareta Karên Derve ya Spanyayê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Spanyayê, ji aliyê Alîkarê Hevserokên Bûroya Têkîliyên Derve Fener El Giêt, Endama Desteya Rêveber a Xweser Xalid Îbrahîm, Endama PYD’ê Lana Hisên û nûnera Saziya Jinê Huweyda Mihemed Selîm Mihemed ve hate pêşiwazîkirin.
Divê dagirker ji axa Sûriyê derkevin
Di hevdîtinê de li gel rewşa siyasî ya li Sûriyê û pêdiviya çareserkirina krîza heyî, pirsgirêkên mirovî, aborî û ewlekariyê yên li herêmên Rêveberiya Xweser hate rawestandin.
Fener El Giêt, bal bire ser banga diyaloga neteweyî ya yekbûna Sûriyê diparêze, çareseriya siyasî û ewlekariyê pêk tîne.
El Giêt destnîşan kir ku yekbûna Sûriyê bi derketina dagirkeran ji axa Sûriyê û bidawîbûna kiryarên dewleta Tirk a li hemberî Sûriyeyiyan wê pêk were.
Dewleta Tirk şer sor dike
El Giêt got, "Sorkirina şer a Tirkiyê û piştî dagirkeriyê nêzîkbûna Sûriye û Tirkiyê, li dijî berjewendiya Sûriyê û xelkê Sûriyê ye."
Giêt diyar kir ku girtina deriyê Sînor ê Til Koçerê, bandoreke nerênî li rewşa mirovî û aboriyê kiriye, bi vê biryarê neheqî li xelkê Sûriyê hatiye kirin.
Guillermo Anguera jî ji ber ewlekariya herêmê pêk tînin û li hemberî DAIŞ’ê şer dikin, spasiya hêzên QSD’ê kir û destnîşan kir ku Spanya piştgiriya mirovî, ewlekarî û aboriyê dide Rêveberiya Xweser.
Di dawiya hevdîtinê de li gorî peymana di navbera aliyan de, 13 zarokên malbatên çeteyên DAIŞ’ê û 2 jinên DAIŞ’î radestî Spanyayê hatin kirin.
ANHA/QAMIŞLO