Bi armanca şermezarkririna êrişên dewleta Tirk û kirinên wê yên li dijî sivîlên Kantona Şehbayê, bi dirûşma "Na ji êrişên Tirkiye û qirkirina li sivîlan re, Erê ji berxwedan û wekheviya gelan re", şêniyên bajarokê Til Rifetê meşiyan. Meş bi tevlîbûna bi sedan ji kesên ji Şehbayê û endamên sazî û dezgehên sivîl pêk hat. Di meşê de pankertên li ser wan nivîsandî " DAIŞ jinan dikuje û Erdogan zarokan dikuje" ,"Jinên Efrîn û Şehbayê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe didin" hatin hildan. Meşê ji nexweşaneya Til Rifetê heta bi meydana bajêr dewam kir.
Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Til Rifetê, Nejah Hisên di destpêkê de dewleta Tirk û kesên alîkariya dagirkeriyê dikin, şermezar kir û got, "Divê welatiyên Sûriyê yên ku bûne alîgirên dewleta Tirk êdî rastiya girîngiya yekbûna gelê Sûriyê nas bikin. Ji bo azadî û demokrasiyê em ê têbikoşin."
Hevserokê Meclîsa Til Rifetê, Cuma Kelo jî got, "Ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk sînorên xwe ji hêzên terorîst re vekir. Ger dewletên navneteweyî bi erkên xwe rabûyana, dewleta Tirk wê nikarîbana ewqas komkujiyan bike. Lê belê bêdengiya cîhanê bû sedema komkujî û qirkirina gelên Sûriyê."
TIL RIFET