Hunermenda bi navê Griselda Rosas di pêşangeha xwe ya dawî de li ser dagirkirin, mêtîngeh û tesîra olan ya li ser xelkên xwecih disekine. Mirov dikare ji bo wê bibeje hunermenda ku di navbera du sînoran de dixebite. Ji ber vê yekê ew bi du nasnameyan tevdigere û çanda meleziyê jî şirove dike. Ew bi kar û xebatên xwe bêhtir guherîn û qewimînên li ser sînorên Kalîforniya û Meksîkayê îfade dike. Yanî ew dîrokê dikole û tevî dîrokê çanda li ser sînoran dinirxîne bi berhemên xwe. Weke arkeologekê dixebite. Ji bo van berhemên çêbike jî ta, boyax û her wiha xêzan bikartîne. Ew ji şêwaza kolaj jî sûd werdigire û li ser caw dineqişîne. Xebatên wê wekî din weke berhemên tekstîlê jî tên qebûlkirin. Her wiha xebatên wê hinek dişibin peykeran jî ji ber ew bi awayekî kolaj dixebite. Ew bi van kolajan pêkûtiyên dagirkeran tîne ziman.

Griselda Rosas li bajarê Tijuana yê Meksîkayê hatiye dinyayê. Ji ber ew li ser sînorên du welatan hatiye dinyayê gelek çandên cihê jî nas kiriye. Her wiha bûye şahidê gelek serpêhatiyên dagirkeriyê jî û di vî warî de gelek tişt ji xelkê bihîstiye. Sembol û metaforên ku bikartîne jî yekser dagirkirin û mêhtingeriyê îfade dikin. Ew bi formeke cuda çandên li ser sînor tîne ziman, reng û malzemeyên ku ji bo karê xwe bikartîne jî pirr lihev in û xwedî gelek hûrgiliyan in. Temayên ku bikartîne jî ji xwe ew rêûresmên derbarê jiyana li ser sînoran de ne. 

Katolîkan rexne dike

Griselda Rosas di xebatên xwe de katolîkan jî rexne dike. Wan çawa ola xwe li ser xelkên xwecih ferz kiriye nîşanî me dide. Her wiha dewlemendiya duzimanî ya li ser sînoran jî dîsa yek ji wan mijarên wê ye ku pê dadikeve. Cilûbergên dansê yên niştecihan ji bo wê pirr girîng in û ew van cilûbergan weke referansên îkonîk bikartîne. Bi saya malbatê û jinên li malê ew fêrî van serpêhatiyan bûye û her wiha di karê dirûnê de jî serketî ye. Ji lewma jinên Meksîkayî di vî karî de şareza ne û pirr jêhatî ne. Griselda Rosas tiştên ku ji malbatê hîn bûye weke kolajan li ser tabloyan neqş dike. A rast hemû karên wê weke înstalasyonan in û li galeriyan tên nîşandan.

Travmayên mêhtingeriyê

Ew bi xebata xwe ya “A Camel in the Eye of a Needle” (Hêştira di çavê derziyê de) mêhtîngeriyê îşaret dike, sînorên ku ji hêla Ewrûpiyan ve hatine dagirkirin. Travmayên xelkên xwecih tîne ziman bi vê înstalasyona xwe. Wê ev xebata xwe bi guliyên daran ên ku dişibin çetelastîkan û bi benan çêkiriye. Wê van daran ji baxçeyê malbata xwe jêkiriye, ev dar jî dîsa nîşaneya çanda xelkên xwecih e û bi rêûresmên xelkên xwecih re girêdayî ye. Hem Emerîkî û hem jî Spanyolî dixwazin çandên xwe bi xelkên xwecih bidin qebûl kirinê. Û ew vê yekê bi darê zorê dikin, yanî li ser xelkê ferz dikin! Ji lewma jî sembolên Griselda Rosas hemû nasnameyekê îşaret dikin, nasnameya xelkên xwecih.

TÎJUANA