- Bedran Çiya Kurd got, heke gelên Sûriyê tênekoşin wê dagirkeriya Tirk li Sûrî mayînde bibe. Li dijî terorê ji bo mayîndebûna destketiyan jî divê Xweserî were naskirin.
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd têkilî pêşnûmeya Parlamenta Ewropayê ya bi navê ''Şerê Sûriyê-10 Salên Piştî Raperînê'', ku tê de heyîna Tirkiyê ya li Sûrî weke dagirkerî hatibû qebûlkirin û hatibû xwestin ku Tirkiye leşkerê xwe ji Sûriyê vekişîne, bersiv da pirsên rojnamevan Mustafa Çoban û got, ew vê helwesta Parlameneta Ewropayê di cih de dibînin û destekê didinê û vê wek çareseriya siyasî ya Sûriyê dibînin.
Kurd di vê çarçoveyê de got, ''Rewşa dagirkirî ya Sûrî li pêşiya çareseriya pirsa Sûrî dibe asteng. Heta ku beşek ji Sûrî dagirkirî be û ew hêz dernekeve ne pêkan e ku çareya siyasî çêbibe. Çareya siyasî bi dawîanîna li dagirkeriyê dibe. Divê her kes vê bizanibe û li gorî vê bixebite. Bi dagirkeriyê re çareya siyasî nabe. Heke dagirkerî bi dawî bibe ev ê çareseriyê jî bîne.''
Divê Xweserî bê naskirin
Di pêşnûmeya navborî ya Parlamentoya Ewropayê de hatibû gotin, ''QSD hevalbendê me ye'', têkilî vê jî Bedran Çiya Kurd bi bîr xist ku Koalîsyona Navneteweyî ku ji 79 welatan pêk tê QSD'ê weke hevalbend û hevkar dibînin û 5 salan bi hev re li dijî terorê têkoşîyane, ji vî alî ve destkeftiyên girîng ên leşkerî çêbûne û got, ''Bi têkoşîna ku hatî dayîn ji bo ev destkeftî mayînde bibin êdî divê qebûlkirineke siyasî çêbibe. Divê bi Rêveberiya Xweser re diyaloga siyasî çêbibe. Bi Rêveberiya Siyasî re heta ku diyaloga siyasî çênebe û ji hêla siyasî ve neyê qebûlkirin di serî de welatên Koalîsyonê, ev tê wê maneyê ku wê aramiyeke mayînde ya siyasî çênebe. Li dijî terorê ji bo destketî mayînde bibin divê rêveberiya siyasî û îdarî ya Rêveberiya Xweser were naskirin, bi fermî were qebûlkirin.''
Qatarê dikin fînansor
Li ser civîna Tirkiye-Qatar-Rûsya ya 11'ê Adarê jî Kurd diyar kir ku hewldana Tirkiyê û Rûsyayê ya ji bo welatên Ereb tiştekî nû ye, nexasim piştî ku ji Cinêv û Astanayê ti encam nestandin rêbazên xwe û siyaseta xwe dîsa dane ber xwe û got, ji bo Îran a di nav mekanîzmaya Astana de were dûrixstin DYE-Israîlê zext li ser Tirkiyê û Rûsyayê kiriye, xwestin ku hin welatên Ereb tevî nav vê mekanîzmayê bikin û xwestin ku Qatarê ku destekê dide îslama siyasî, tevî nav vê bikin. Kurd got, ''Qatarê her carê komên 'muxalif' ên li Sûriyê fînanse kiriye. Bi ser de çêbûna komên Îslama siyasî yên li Sûriyê jî ji hêla Qatarê ve tê fînansekirin. Careke dî ji bo van koman dixwazin ji fînansoriya Qatarê sûd werbigirin.''
Divê dagirkerî neyê qebûlkirin
Bedran Çiya Kurd li ser dagirkeriya dewleta Tirk bi bîr xistin ku dewleta Tirk ne tenê li Sûrî, herweha beşek ji Iraqê jî dagir kiriye, hêzên xwe şandine Libya, Azerbaycanê, bi xeyala Împaratoriya Osmanî tevdigere û li Rojhilata Navîn dagirkeriya xwe bi rêxistin dike û got: ''Baregeh û cihên kontrolê yên ku li Serêkaniyê û Girê Spî danîn nîşan dide ku dagirkerî mayinde ye. Li herêmên ku dagir kirine sîstema îdarî datîne. Tiştên ku li qadên perwerdehî û aborî têne kirin nîşan dide ku dewleta Tirk li wir dixwaze mayinde be. Ne îşê ku di nav 1-2 salan de vekişin. Ji ber vê jî divê her kes li dijî vê hişyar be û bêdeng nemîne. Cîhan heke li bara vê rewşê bêdeng bimîne, heke gelên Sûriyê li dijî dagirkeriyê tênekoşe, ev dagirkeriya Tirk wê mayinde bibe û ti caran lê nefikire ku ji xaka Sûriyê derkeve.''
ANF/QAMIŞLO