• “Divê her kes nêrîna xwe derbarê Itîlafa Mûxalif a Sûriyê de weke çareserî ji Sûriyê re di ber çavan re derbas bike. Ji ber bi awayekî pir zelal ew destekê dide komên ku ceza li ser hate birîn.”

Nadine Maenza ji bo sûcên dewleta Tirk bên belgekirin û ji herêmên dagirkirî bê derxistin bang li saziyên navneteweyî kir. Nadine Maenza, Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî ye.

Nadine Maenza got, divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û civaka navneteweyî sûcên dewleta Tirk qebûl nekin. Nadine Maenza wiha peyivî: “Girîng e ku rêxistinên serbixwe karibin serdana Efrîn û herêmên din ku dewleta Tirk dagir kiriye bikin û rewşên rast belge bikin.’’

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Emerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza, derbarê êriş û sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ji ANHA’yê re axivî.

Wezareta Xezîneyê ya DYE ceza li kesayet û saziyên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker birî. Têkildarî van cezayan Nadine Maenza got: “Em weke Komseriya Emerîka ya Azadiya Olan biryara Wezareta Xezîneyê ya ji bo naskirina binpêkirinên mafên mirovan û sûcên ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve li bakurê Sûriyê hatine dagirkirin, erênî dinirxînin. Birîna cezayan li ser Ehrar El-Şerqiye û serokê wê Ebû Hatim Şeqra û Ebû Cafer Şeqra dozeke rast bû. Ji ber binpêkrina xeter ji mafên mirovan re û di nav de revandin, êşkencekirin, û kuştina derqanûnî ya Hevrîn Xelef kirine.’’

Çima ‘Itîlafa Sûriyê’ ceza nakin?

Nadine Maenza derbarê ‘Itîlafa Sûriyê’ de got divê ew jî bihate cezakirin û wiha pê de çû: “Min hêvî dikir ku ceza li Hatim Ebû Şeqra hatibana birîn. Ji ber dema Hevrîn Xelef hate qetilkirin ew amade bû paşê Nesir El-Herîrî ji Itîlafa Mûxalif a Sûrî ew pêşwazî kir. Divê her kes nêrîna xwe derbarê Itîlafa Mûxalif a Sûriyê de weke çareserî ji Sûriyê re di ber çavan re derbas bike. Ji ber bi awayekî pir zelal ew destekê dide komên ku ceza li ser hate birîn.’’

Belgeyên sûcên wan hene

Her wiha Nadine Maenza got “Dem hatiye ku civaka navneteweyî li hember dewleta Tirk bisekine” û wiha peyivî: ‘’Sûcên dewleta Tirk divê ji bo DYA`yê û civaka navneteweyî neyên qebûlkirin.

Girîng e ku rêxistinên serbixwe karibin biçin serdana Efrîn û herêmên din ku dewleta Tirk dagir kiriye, her wiha rewşên rast belge bikin. Di demên dawî de piştî ku cenaze ji Efrînê derxistin, heger tiştekî veşartî tunebe divê dewleta Tirk pêşwaziya komîteya lêpirsînê bike. Me raporên serbixwe ya derbarê rewşên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî de ji NY`yê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, navenda Wilson û Yekitiya Ewrûpayê wergirt. Di raporan de sûcên kuştin, tecawizkirin, revandin, guhertina ol bi darê zorê, hilweşandina cihên olî û cihên Êzîdî, Kurd, Xiristiyan nexasim jin, belge kir.”

Destekê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Nadine Maenza, bang li hikûmeta DYE’yê kir ku di vê mijarê de çalaktir be û wiha pê de çû: “Ji bo sekinandina dewleta Tirk ku çi sûcan li dijî kêmneteweyên olî û etnîk pêk neyne, divê hemû rêbazên heyî werin bikaranîn.

Hikûmeta Emerîkayê nirxandina siyaseta xwe li Sûriyê didomîne. Em bi hêvî ne ku wesîyetên Komseriya Emerîka ya Azadiya Olan pêşkêş kirine bi cih bîne û destekê bide gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev yek jî bi rêya itîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser weke hikûmeteke rewa û herêmî û cezayên li ser herêmên di bin serweriya wê de rake her wiha danûstandina xwe bi Rêveberiya Xweser re berfireh bike û di nav de çalakiyên siyasî ku armanca wan çareseriya siyasî li gorî biryara navneteweyî 2254`an.”

CÎHAN BÎLGÎN - ANHA/QAMIŞLO