Dagirkeriya Tirkiyê bidawî bikin

Duşem 25 Adar 2024 - 00:38

Encamên civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin. Daxuyanî bi vî rengî ye:’’Dewleta Tirk dijê hemî deskevtên Kurda ye û dijê deskevtên Herêma Kurdistanê ye jî. Di serî de Erdogan û gelek rayedarên dewleta Tirk, gelecek caran gotine û dibêjin “xetayên me li bakura Iraqê kirî em ê li bakurê Suriyeyê nekin”. Divê her Kurd wateya vê gotinê baş fêhm bike. Polîtîka dewleta Tirk ew e ku di encamê de desketiyên başûrê Kurdistanê jî, ji holê bêne rakirin. Divê ev rastî ji aliyê hemû Kurdan were dîtin û li hemberî van planên dewleta Tirk derkevin. Pêwîste rêveberiya PDK'ê li hember ew metirsiyên ku amanca wan ya sereke têkdan û ji navbirina statûya Herêma Kurdistanê ye hişyar û hestyar bin. Civîn, helwesta YNK'ê ya li hember daxwazên dewleta Tirk yên ne rewa, weke helwestekî welatparêzî û neteweyî dibîne û gefên dewleta Tirk yên li hember YNK'ê şermezar û mehkum dike. Civîn, bang li hemû partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi rihê Newrozê kom bibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin. Civîn, bang li hukumeta Iraqê dike û dibêje, li hember êrişên dewleta Tirk yên li Iraqê derkevin, baregehên leşkerî rakin û dawî li dagirkeriya artêşa Tirk bînin.

Civîn, bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van tehdît û êrîşan berde û bizivire ser pêvajoya diyaloga aştî û çareseriya siyasî.

Civîn, di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî, hêzên sereke û rayagiştî ya Cihanê dike ku li hember gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgiriya tekoşîn û tevgera azadiya gelê Kurdistanê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.