- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fermî da zanîn ku di êrişên dewleta Tirk ên li dijî saziyên sivîl de 8 welatî şehîd bûne û 18 welatî jî birîndar bûne. Rêveberiyê da zanîn ku ji ber êrişan bêhtirî elektrîk ji ser 2 hezar û 200 deverên şên qut bûye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji 23´yê Kanûnê ve daxuyaniyeke fermî da û got, dewleta Tirk a dagirker 25’ê Kanûnê 40 caran êriş kiriye, 8 welatî şehîd û 18 welatî jî birîndar kirine. Rêveberiyê diyar kir ku 2 hezar û 200 deverên şên yanî gund û bajar di tariyê de hatine hiştin. Êriş dikare bi navê romana Bextiyar Elî ya li ser qedexekirina Kurdî jî bê binavkirin: Dagirkeriya Tarîtiyê.
Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku 25’ê Kanûnê (2023) li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, eşkere kirin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya femrî da zanîn ku artêşa Tirk bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bê mirov û biçek li dijî herêmê 40 êriş kirin.
40 êriş birin ser Qamişlo, Amûdê û Kobanê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bîlançoya êrişan a heta doh êvarê wiha eşkere kir: “Li Qamişloyê dijî stasyona Sadkobê ya li taxa Cirnik, depoya madeyên xwarinê, kargeheke li taxa Eleya, 2 şirketên avakirinê, çapxaneya Sîmav, Nexweşxaneya Korona, nexweşxane, stasyona kehrebeyê, depoya êm, nexweşxaneya şûştina gurçikan, kargeha oksîjenê, devera li paş goristana şehîdan, depoya seramîkê ya li nêzî çerxerêya pevguhastinê, stasyona sotemeniyê ya cotkaran, garaja Ezîz, depoya çimento, gundê Um Fursan, sahrîceke mazotê ya vala ya li taxa Eleya, sûka pêncşemê ya li taxa Eleya, depoya li nêzî nexweşxaneya Koronayê, kargeha Berfîn a çêkirina madeyên paqijiyê û stasyona sotemeniyê ya Botan, 31 êriş kirin.
Li navçeya Amûdê 3 êriş li dijî hola dawatan a Kerem, depoya genim û depoya zeytûnan pêk hatin.
Li Kobanê garaja erebeyan, nexweşxaneya Miştenûr a ku Rêxistina Bijîşkên Sînornenas a navneteweyî piştgiriya wê dike, şirketek, kargeheke mirîşkan li ser rêya gundê Termîk, mazrea li ser rêya Helebê, garaceke ji bo sererastkirina erebeyan, şirketa avahiyan an Ehmed Temer bi 6 êrişan hedef hatin girtin.
Elektrîka bêhtirî 2 hezar û 200 gund û bajaran birrîn
Di encama êrişan de zêdetirî 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de ne. Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyonên kehrebeyê yên li Qamişloyê, Dêrik û Dirbêsiyê bombebaran kirin.
Hemwextî êrişan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Dendeniye yê bakur rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawanan ji baregeha leşkerî ya li gundê El Şêx Nasir topbaran kirin. Tevî ku xelkê gundê Dendeniye, Dendenî şên jî kirine.
8 şehîd 18 birîndar
Di encama êrişan de 8 welatî şehîd bûn û di nava wan de 2 jin hene. Her wiha 18 welatî birîndar bûn. Di nava wan de jî jin û zarok hene.
Navên 8 welatiyên şehîd ev in:
Bêrîvan Mihemed
Ferhan Xelef
Riyad Hemo
Ferhan Temê
Rênas Hisên
Hisên Ehmed
Faris El Faris
Aye El Sebawî
Komkujiya li dijî Sîmavê
Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo di êrişa li dijî çapxaneya Sîmav de şehîd bûne. Her wiha Rênas Hemîd Hisên di êrişa li ser kargeha êm a El Cezîre, Ferhan Temê di êrişa li ser kargehekê li taxa Eleya, Aye El Sebawî di topbarana li ser aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê û Faris El Faris di topbarana li ser bajarê Qamişloyê de şehîd bûne.
Di êrişan de 18 welatî birîndar bûn ku niha li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.
Ji 23`yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê zêde kirin. Di wan êrişan de bi balafirên şer û yên bêmirov û bi çekên giran binesaziya herêmê, navendên stratejîk, sivîl û tenduristiyê ya herêmê hatin bombebarankirin.
QSD´ê civaka navneteweyî rûreş kir
Piştî êrişê Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk êdî hatine ber wê radeyê ku rê li ber şerekî mezion vekin û ji hêzên garantor xwest, bi erka xwe rabin. Berdevkî fermî yê QSD´ê Ferhad Şamî jî bêdengiya civaka navneteweyî û koalîsyona nacvneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê rûreş kir û xwest xwe li van sûcên şer kerr û kor nekin. QSD´ê wekî din da zanîn ku ti êriş li dijî hedefên leşkerî nehatiye kirin.
Şînê sûk girt mihrîcan betal kir
Ji bo merasima ji bo şehîdan û bibîranîna 8 kesên di êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, tevahiya dikanên li sûka Qamişloyê doh hatin girtin.
9’emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner jî ji ber êrişên dagirkeran di roja 11´an de ji bo bibîranîna şehîdan hat betalkirin.