Dagirkeriya bi du qonaxan
Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 02:10
Cigirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivî.
Dr. Kamûran Berwarî bibîr xist ku rêbazên êrişên dewleta Tirk ên dijî Başûrê Kurdistanê guherîne û got:’’Dewleta Tirk heta niha tişta kiribû hedef, pêk neaniye. Di êrişên ji sala 1983’an de, çend rojan diman û vedigeriyan. Lê niha hewil dide ku yekser axa Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bendên kontrolê danîne, nasnemeyên welatiyan digirin, belavokên ji bo sîxurtiyê belav dikin û ji bo valakirina gundan 24 saet dem didin. Dewleta Tirk, Başûr wekî perçeyekê axa Tirkiyeyê dibîne û hewl dide ku li ser wê axê serweriya xwe bide avakirin.”
Dibe ku herêma federal hilweşe
“Iraq li beramberî dewleta Tirk xwe lawaz dibîne”. Bi vê nirxandinê Berwarî diyar kir ku hikumeta Bexdayê heta niha nîşan nedaye ku parastina yêkrêzîya xaka Iraqê bike. Berwarî anî ziman ku peymanek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çêbûye û got:“Li gorî nêrîna min ji bo dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê peymanek veşartî heye. Li gorî peymanê, piştî dagirkirinê wê Tirk xwe ji hinek qadan vekişîne, hinek herêm jî di nav lepên wan de bimînin. Ev plan li beramberî herêmên Başûrê Kurdistanê û statûya Başûrê Kurdistan pêk hatiye.”
Derbarê planên tên meşandin de Dr. Kamûran Berwarî bal bire ser çend senaryoyan û got:“Iraq hewil dide herêma federal hilweşîne, destûra Iraqê bide referandumê. Piştî serdanên Tirkiyeyê ji bo Hewler û Bexdayê, plankirine ku Başûrê Kurdistanê di navbera Tirkiye û Iraqê de dizayn bikin. Ger Tirkiye bikeve Iraq û Başûr wê ji van cihan dernekeve. Dibe ku PKK’ê wekî hincet nîşan bide, lê di qonaxa yekem de dixwaze Musil, Dihok, Sîlemanî, Hewlêr, Kerkûk, Diyala, Selehedîn dagir bike. Ger ev pêkanîn, di qonaxa duyem de jî dixwaze bi giştî Iraqê dagir bike. Ev planeke stratejîk a dewlet Tirk e.”
Tirkiyê piştgirî wergirtiye
Berwarî anî ziman ku Tirkiye nikare bêyî destur û agahiya hêzên navnetewî, PDK û Iraqê nikare tu êrişan pêk bîne û got: “Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji dagirkirina Tirkiyeyê re nîşaneya hevkariyê ye. Hatina leşkerên dewleta Tirk a li nava axa Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku hevbendiyek di navbera leşkerên Tirk, Iraq û PDK`ê de heye.” Dr. Kamûran Berwarî, bal bire ser helwesta gelên herêmê ya li dijî êrişên dagirkeriyê û da zanîn ku bi netewên cuda re 46 mîlyon kes li xaka Iraqê jiyan dikin; ev jî vîna xwe bi hêsanî radestî dewleta Tirk û çeteyên wê nakin. Berwarî da zanîn ku PDK’ê gelê Başurê Kurdistanê aniye asta radestkirina dewleta Tirk û çeteyên wê, lewma pêwîste dijî vê yekê berxwedanek hebe û got:“Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê welat û niştîmanparêz jibîr neke ku dijî rejîma Baas a Saddam bi rojan berxwedanî kirine. Divê gelê Başûr li dijî van kiryaran bêdeng nemîne û biherike qadan. Ji ber ku ev ne tenê pirsgrika rêxistin û sazîyekê ye, ya giştî gelê Kurdistanê ye.”
ANHA/CÎHAN BÎLGÎN