Xelkê bajarê Minbicê li dijî sûcên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşmeya "Bibin yek, tolê rakin û dagirkeran têk bibin" meşek li dar xist.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li dijî sûcên dewleta Tirk, û sûcên li dijî jinan, meşek li dar xist. Pirraniya wan jin, bi sedan kes, tevî endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê beşdarî meşê bûn.
Meşê ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi çerxerêya Meseb ve dewam kir. Di meşê de dirûşme hatin gotin û bi van dirûşmeyan bang hat kirin da ku sûc û kirinên dewleta Tirk li dijî herêmê, nexasim li dijî jinan, bên rawestandin.
Meş li çerxerêya Meseb veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Hela El-Casim ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku para mezin ji van siyaset û planên qirêj a jinan bû, ji ber wê jî heta niha hebûna wê ya fikrî û laşî rastî her cûre êşkenceyên hovane û derexlaqî tê yên weke kuştin, revandin û tecawizkirinê: "Armanca wan ew e ku îradeya gelên herêmê têk bibin, aramî û ewlehiya herêmê xira bikin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, têkoşîn û îradeya xurt a jinan dighîje her aliyê jiyanê û çiyayên pîroz.
Di dawiya daxuyaniyê de hate ziman ku jinan hêz û îradeya xwe ji fikr û felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan girtiye.
ANHA/MINBIC