Dagirkeran panzêr hişt û reviyan
Duşem 4 Îlon 2023 - 16:35
Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê têk birin û panzêreke artêşa Tirk desteser kir.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên Minbicê yên doh têk birin.
Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şervanên meclisê êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundê Ereb Hesen ê rojavayê bajar têk bir, 4 çete kuştin û erebeyek jî îmha kirin.
Şervanên Meclisê panzêreke artêşa Tirk a dagirker desteser kir. Dagirkeran piştî ku şikest xwarin panzêra xwe hiştin û reviyan.
MINBIC