• Dewleta Tirk a dagirker li gundê dagirkirî ê Til Temirê, Lîlanê malbeteke sê nefsî revand.

Çavkaniyeke ji deverên dagirkirî yên li dora Til Temirê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malbateke ji 3 kesan li rojavayê navçeya Til Temirê revandiye.
Dagirker li deverên dagirkirî sûcên şer dewam dikin.
Çavkaniyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker çend rojan malbateke ji 3 kesan ji gundê Lîlan ê li rojavayê navçeya Til Temirê, li nêzî rêya M4´ê revandiye.
heman çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên dewleta Tirk serê sibehê bi ser gund de girtine û malbata ji mêr, jin û zarokekê, revandiye, û ber bi cihekî nediyar ve birine.

ANHA/TIL TEMIR