Dagirkeran li Licê 27 kes girtin

Duşem 25 Çile 2021 - 16:29

Dewleta Tirk ji 9’ê Çile û vir ve li navçeya Amedê Licê êrişên dagirkeriyê dike û heta niha herî kêm 27 kes girtine.

Ji roja êrişên dewleta Tirk ji esman û erdê ve destpê kirî ve, leşkerên Tirk ketin û derketina gundên Licê qedexe kiriye. Leşkerên Tirk ji hingê ve avêtin ser gelek malan û gef li gundiya kirin.

Di encamê de di navbera 9-18’ê Çile de li gel Mehmet Şah Bozkûş, Saddik Ozkan (63 salî), Ferzende Ozkan, Omer Yildirim 8 kes bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ hatine girtin.

Di êrişên 19’ê Çile de li gundên Sîse, Xezman û Derxust ên navçeyên navendê de 35 kes kirine nezaretê. Ji van 19 kes hatin girtin, 7 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Piştî girtinê heyetek bi pêşengiya HDP’ê çû serdana gundiyan. Parlamenter Remziye Tosûn û Semra Guzel pêşengî ji heyetê re kir. Gundiyan got, roja operasyonê ew pirr tirsiyane, leşkerên Tirk heqaret li wan kirine û ji pişt ve destê wan hatine kelepçekirin.
Hate ragihandin ku dewriyeyên leşkeran ên li gundewarên Licê didome.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.