Di topbarana artêşa Tirk a dagirker de li gundê Dibis ê navçeya Eyn Îsayê 4 welatî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Li aliyê din Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku wê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Minbicê şikandiye.

Nûçegihanê ANHA´yê ji Eyn Îsayê ragihand ku doh sibehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsayê bi dijwarî û çekên giran topbaran kir.

Di topbaranê de 4 welatî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Delweta Tirk tevî vê jî topbarana xwe ranewestand. Yek ji welatiyên şehîd hîna 17 salî ye. Navên şehîdan wiha ne: Malik El-Miharb El-Hemîd (25), Îdan Hemed El-Imêrî (40), Hemed El-Xenîs El-Cerbû (20) û Xemûs El-Bisêlî (17).

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a dagirkirina hin gundên Minbicê, têk bir. Navena Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, pêr çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dane bikevin nuqteyên şervanên wan ên li gundên Seyade, Um Edese, Um Cilûd û Ereb Hesen ên li bakurrojavayê Minbicê. Di encamê de şerekî giran rû daye.

Meclîsê piştrast kir ku şervanên wan hewldana çeteyan a dagirkirina van gundan şikandiye. 

EYN ÎSA/MINBIC