Dagirkeran kesekî din ji Cindirêsê revand

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 22:24

  • Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li dijî xelkê Efrînê sûcên xwe her dewam diokin. 

Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li dijî xelkê Efrînê sûcên xwe her dewam diokin. Wan welatiyekî ji xelkê navçeya Cindirêsê revand û ew birin navendeke xwe ya li navçeyê.

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, ragihand ku çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Henan Mihemed Yûsif ê ji gundê Miskê yê Cindirêsê revandiye.

Heman çavkaniyî da zanîn ku dema Henan di benda kontrolê ya gundê Sindiyankê re derbas dibû, çeteyan li wî da, piştre ew birin navendeke xwe ya li navçeyê.

Bi aqûbeta Henan heta niha jî nayê zanîn.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.